Bayik: Divê Tirkiye dest ji ferzkirinên li hember Rêbertiya me berde

Bayik: Divê Tirkiye dest ji ferzkirinên li hember Rêbertiya me berde

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê  Cemîl Bayik, diyar kir ku dewleta Tirk li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zextên zêde pêk tîne û got, “Ez aşkera dibêjim. Divê Tirkiye tavilê dest ji vê rêbaza psîkolojîk a şer berde.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê  Cemîl Bayik, bersiv da pirsên Al Monîtor ên der barê pêvajoya çareseriyê û pêşveçûnên dawî yên têkildarî Kobanê.

Bayik, dema pirsa wê rewşa Kobanê pêvajoya çareseriyê çawa bandor bike bersivand diyar kir ku divê di êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê de du mijar bên zelalkirin û wiha got,

“1. Têkiliyên Tirkiyeyê bi DAIŞ re dewam dikin an na. 2. Wê pêvajoya çareseriyê ya li Bakur dewam bike yan an. Ya derketiye holê ev e ku wê têkiliyên Tirkiye bi DAIŞ re bidomin û wê pirsgirêka Kurd a li Bakur çareser neke. Ji ber Tirkiyeya ku piştgiriyê dide êrîşên DAIŞ, bi vî terzî Kobanê vala dike û li pey valakirina Kobanê û avakirina herêma tampon e ne mimkun e pêwendiyên xwe bi DAIŞ re qut bike. Ji ber ku wê DAIŞ tevayî belgeyên ku qirêjiyên Tirkiyeyê yên bi DAIŞ re derxe holê.

PIŞTGIRIYA TIRKIYE YA BI DAIŞ RE

Bayik têkildarî piştgiriya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ re ku mînaka çekan da û wiha got, “Beriya ku DAIŞ êrîşî Kobanê bike bi du rojan rayedarên Tirk li rayedarê YPG’ê yê ji Kobanê berpirsiyar digere û wî hişyar dikin. Dibêjin ku eger tu êrîşeke we li hember Tirba Şah Sultan çêbibe em ê li we bidin. Yanî dema li holê tiştek nîne vê dibêje.  Ya duyemîn dema êrîşa li hember Kobanê destpê kir bi du rojan trêna aîdî Tirkiye beriya ku bê ber deriyê sînor ê Til Ebyad li ber gundekî Ereban disekine. Li wir cebilxane û çekan datîne, li ser xeta trênê dide DAIŞ. Kesên ev dîtine hene. Tankên DAIŞ ku gihiştine ber Kobanê qaşo pirsgirêka rehîneyan tê çareserkirin. Ev timî bi hevdu ve girêdayî ne. Tirkiye deriyê Murşîttpinar vedike.  DAIŞ bi roketen Katyuşa li gundan dide ji bo li navenda bajêr di nav gel de panîkê çêbike. Tankên Amerîkî yên li Mûsilê bi dest xistine bi kar tînin. Tirkiye derî di roja sêyemîn a êrîşan de vedike da ku mirov biherikin Tirkiye. Jixwe DAIŞ jî vê dixwaze. Ev nîşan dide ku hevkariyê dikin. Ji ber Tirkiye ji zû ve dixwaze herêmeke tampon ava bibe. Armanca wê ev e ku statuya Kurdan a li Rojava asteng bike. DAIŞ bi valakirina Kobanê, bi koça mezin a girseyî bi gotina ewlekariya Tirkiye mijara gotinê ye dixwaze desteka hêzên navneteweyî bigire û mijara herêma tampon bixe pratîkê.”

HEWLA DÛRXISTINA PYD’Ê JI PKK’Ê

Bayik destnîşan kir ku Tirkiye û PDK hewl didin ku PYD’ê ji PKK’ê dûr bixin û got: “Tenê PKK li Rojava xwedî derdikeve.” Bayik wiha got: “Tirkiye û PDK bi hev re dixebitin. Tirkiyeyê her tim li dijî PYD’ê pişgirî da PYD’ê. Niha dixwazin navbera PKK û PYD’ê xera bikin û bibin nava komên girêdayî xwe û dixwazin PYD’ê bibin ser xeta polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê. Lê di nava PKK’ê de bi hezaran Kurdên ji Sûriyeyê hene. Di şer de derdora 1500 Kurdên ji Sûriyeyê li Bakurê Kurdistanê şehîd bûne. Gelek fermandarên ji Sûriyeyê yên di nava PKK’ê de bûn, ji bo perwerdekirina û destekkirina hêzên YPG’ê li dijî DAIŞ’ê, çûn Rojava. Ev tiştane bi pere û çekan nabe. Tirkiye her tim wiha dike. Weke tê gotin, ti aloziyek di navbera PKK û PYD’ê de tune ye. Li Başûrê Kurdistanê, li Kerkûkê, li Şengalê, li Rebîayê bi hev re tevdigerin. Tenê PKK li Rojava xwedî derdikeve. Gelê li wê derê jî me ji nava xwe dibîne.”

‘DERDORÊN DIN JÎ FÊM KIRIN KU WÊ AKP PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEKE’

Bayik destnîşan kir ku têkildarî pêvajoya çareseriyê hêz û derdorên cuda jî fêm kirin ku wê AKP pirsgirêka Kurd çareser neke û got, “Li hember Rêbertiya me zextên pir zêde û şerekî pir qirêj ê psîkolojîk tê meşandin. Ji bo Rêbertiya me ji çavên civakê bixinînin propagandayên ku tên pêşxistin hene.  Ez aşkera dibêjim,  divê Tirkiye tavilê dest ji rêbazên şerê psîkolojîk û ferzkirinên li hember rêbertiya me berde.”

ZEXTÊN LI HEMBER OCALAN

Bayik anî ziman ku di şert û mercên ku Ocalan têde tê ragirtin de guhertineke biçûk jî tune ye û got, “Heta d demên dawî de xwişka wî ya nexweş jî diçe ziyaretê, bi xwarziyê xwe dixin odeyeke wer ku nikarin nefesê bistînin. Xwarziya wî îtîraz dike dibêje, 'Pirsgirêka vir a hewastendinê heye’. Bersiva tê dayîn ‘Hûn ê li vir hevdîtinê pêk bînin evqas.” Di ser de jî hê dema hevdîtinê bi dawî nebûye bi zorê bi dawî dikin. Yanî hikûmeta nû bi zexta hewl dide bi rêbertiya me gavan paşde bide avêtin. Bi taybet di mijara hevdîtinan de.  Lê belê ji berk u dizanin gavan paşde navêje dixwazin vê bikin zemîna şer.”

Bayik got ku şer ne ew Tirkiye dixwaze û wiha dewam kir: “Eger nexwestibana wê ji bo çareseriyê hewldan kiribana. Wê şert û mercên Rêbertî baş kiribana, Wê destûr dabana k udi muzakereyan de aliyê sêyemîn wek heyet cih girtiba. Wê hiştibana ku heyetên muzakereyan din av şert û mercên wekhev de bana. Tenê qanûna  “bi dawîkirina terorê” anîn Meclîsê. Ev jî ne jidil.  Em ne li gotinan li partîkê dinêrin. Hê jî muzakere derbasî diyalogan nebûye. Dixwazin di diyalogê de bihêlin. Ji vê re jî dibêjin muzakere.  Dixwazin gel bixapînin.  Bi salan e em diyalogê dikin. Bi salan em çûn Oslo û hatin.”

‘ME HEYA DAWIYA ÎLONÊ DEM DABÛ’

Cemîl Bayik diyar kir têkildarî pêvajoya çareseriyê dem dane dewleta Tirk û hişyariya  ger heya dawiya Îlonê gav neyê avêtin  wê cardin şer destpê bike û wiha dewam kir:  “Em weke konseya Rêveber a KCK’ê li navenda vî karîne. Ger em bêjin di aliyê çareseriyê de ti gavek nîne, nîne ji ber ku yekî derve me vêna diyar bike nîne. Em 40 salin têkoşîn dimeşînin, me berdêlên giran dan. Bi hezaran kadro û şervanên me şehîd  ketin. Bi hezaran gund hatin şewitandin û rûxandin. Bi hezaran mirovên me bûn qurbanê faîlên kiryar nediyar. Em temaşe dikin niha hejmara cerdevanên gundan  tê zêdekirin. Qeleqol tên çêkirin. Rêyên leşkerî tên çêkirin. Em li gor agirbesta me îlan kirî tevgeriyan lê ew tev negeriyan. Û ji rewşa sekinandina me ya şer fayde dîtin û li hemberî gelê me yê Rojava şer dan destpê kirin. Me dem da wan. Me got ger heya dawiya Îlonê gav neyê avêtin wê şer cardin  destpê bike.”

‘RAYA XERAKIRINA AGIRBESTÊ DESTÊ ME DE YE’

Bayik  li ser pirsekî diyar kir dikarin şer destpê bikin û li gel vêna jî xerakirina agirbestê destê rêveberiya wan deye û wiha got: “Lê ji bo aştiyê, dewamkirina pêvajoyê Rêber Apo wê biryar bide. Rolê Rêber Apo cudaye yê me cuda  ye. Rolên ku hevdu temam dikin e.”

Cemîl Bayik ji bo  pirsa “Ji bo agirbest bidome daxwazên we yên sumût ji Tirkiyeyê çine?” ev bersiv da:

“Divê şert û mercên Rêbertiya me bên gûhertin. Di van mercan de mûzakere nikare were kirin, pêvajo nikare hîn zêdetir pêş bikeve. 2. Divê aliyê siyemîn weke çavdêr bê qebûlkirin. Ji civaka sivîl dibe, ji parlamentoyê dibe, hêzekî navneteweyî yan jî saziyek jî dikare bibe. 3. Desteka li Rojava ji bo DAIŞ tê dayin tavilê bê sekinandin. Rojava lingekî pêvajoya aştiyê ye. Bi zelalî.”

Bayik got ku ti kesek nikare PKK’ê ya tevgerekî rawa ye bi destpêkirina şer sucdar bike û wiha dewam kir: “Heya roja îro yekalî ji 93’an virde me 9 agirbest îlankirine. Di Newroza 2013’an de me bê pazartiyekî bikin hemû dîlên destê xwe de berdan. Me şer rawestand û gerîla paşda kişand.  Çavê me li xaka ti kesî nîne. Em xweseriyê daxwaz nakin. Em tenê dixwazin bi nasname,  çand, nirxên xwe di şert û mercên demokratîk ên azad de bijîn.”

‘BÊ KU PKK’Ê BIGIRIN BER ÇAV TI HÊZEK NIKARE LI ROJHILATA NAVÎN STRATEJIYA DIXWAZE PÊK BÎNE’

Bayik ji bo pirsa dema li Rojava şer dikin li Tirkiyeyê ji nude eniyekî nû vekin rêska wê heye yan ne wiha bersiv da: “Em 40 salin şer dikin. Bê xwestin bi salan jî em ê şer bikin. Ji ber şer tê ferzkirin em şer dikin. Piştî 40 salan ti rewşekî me ya teslîmbûnê ji xwe nîne. Bê ku PKK’ê bigirin ber çavan ti hêzek li Rojhilata Navîn nikare stratejiya dixwaze pêk bîne.”                                                                                     

‘MEHA DERBASBÛYÎ 1200 KES TEVLÎ BÛN’

Cemîl Bayik şewitandina dibistanên Tirkî ji aliyê ciwanan ve weke nerazîbûna li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî dibistanên Kurdî yên hatin vekirin û tevlîbûna wan a PKK’ê nirxand.  Cemîl Bayik diyar kir ku şewitandina dibistanên Tirkî ‘şaş’ dibînin wiha got: “Lê gelê me li wir bi derfetên xwe dibistan çêkirin û  perwerdeya Kurdî dixwazin, wê demê çima dewlet vêna qedexe dike? Di ciwanan de hêrsbûnekî mezin heye. Heya em jî di kontrol kirina wan de zehmetiyê dikişînin. Dema em dibêjin dibistanan ne şewitînin, ew jî dibêjin ‘ma çima dibistanên me digirin’. Cudahiyekî mezin tê jiyîn. Asta tevlîbûnên di mehên dawî de asta asta tevlîbûnên 93’an derbas kir. Di 93’an de di mehê de nêzî 1000 kes tevlî dibûn. Meha buhrî 1200 kes tevlî bûn.”

Bayik diyar kir hikûmeta Tirk timî der barê pêvajoyê de erênî axivî, çapemeniya girêdayî hikûmetê jî ev atmosfera he timî mezin kir û got ku ev mijûlkirin û xapandineke û wiha dewam kir: “Hikûmet heya roja îro timî erênî diaxive. Çapemeniya nêzî wan jî vê atmosferê timî mezin dike. Ev mijûlkirin û xapandineke. Weke ku Rêber Apo jî ji vê rewşê raziye nîşan didin. Lê Rêbertiya me di hevdîtinan de timî AKP’ê rexne dike. Dixwazin nava pêvajoyê vala bikin û weke dixwazin bimeşînin. Armanca wan çibû? Hilbijartinên herêmî qazanc bikin, hilbijartinên Serokkomartiyê qazanc bikin û niha jî hilbijartinên 2015’ê qezenc bikin. Raste naxwazin heya hilbijartinan şer destpê bikin. Dixwazin rewşa agirbestê bi dome lê ji dervey hin tiştên hêsan bê ku tiştek bidin. Piştî hilbijartinên 2015’an dibe ku helwesta wan were gûhertin.”