BI DÎMEN

Bayik bang li gelê Dîlok, Semsûr, Mereş û Meletiyê kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bang li gelê Dîlok, Semsûr, Mereş û Meletiyê kir û got, "Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê Mereş û Meletî parlamenteran derxînin. Semsûr û Dîlok wê hejmara parlamenteran zêde bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bang li gelê Dîlok, Semsûr, Mereş û Meletiyê kir û got, "Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de wê Mereş û Meletî parlamenteran derxînin. Semsûr û Dîlok wê hejmara parlamenteran zêde bikin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ev bang li gelê Dîlok, Semsûr, Mereş û Meletiyê kir:

"Beşek, destpêkek û bingehek gelekî girîng a dîroka partî û têkoşîna me, li herêmên Dîlok, Semsûr, Mereş û Meletiyê bi pêş ket. Li van deran xebatên gelekî girîng hatin meşandin. Tevgera me bi van xebatan re ber bi Kurdistanê ve gav avêt. Li Kurdistanê rê li ber pêşketinên girîng vekir û xwe gihand asta roja îro. Li van herêman welatparêzî û demokrasî gelekî xurt e. Kedkar li van deran gelekî xurt in. Gel, çand û olên cuda bi hev re dijîn. Qadeke ku neteweya demokratîk lê xwe bide der e.

HDP partiya yekane ye ku hewl dide li Tirkiyeyê neteweya demokratîk biafirîne. HDP yekane partî ye ku hewl dide Tirkiyeyeke nû biafirîn, komara demokratîk biafirîne. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê, kedkar, gel, çand, ol, dijberên dîktatoriyê, dijberên sûltaniya Erdogan, dijberên şer û alîgirên demokrasiyê dengên xwe bidin HDP'ê. Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê demeke kurt ma. Girîng e ev dem gelekî baş bê bikaranîn. Divê her kes biçe ser sindoqan û dengên xwe bidin hêzên demokrasiyê yên di bin sîwana HDP'ê de civiyane, dengên xwe bidin pêşeroja Tirkiyeyê. Pêwîst e sindoq werin parastin û hîleyên dewletê, AKP'ê werin pûçkirin. Divê netewetiya Tirk, asîmîlasyon, koçberkirin, komkujî û qirkirina çandî ya li van herêman, bên berevajîkirin.

Tê zanîn, plana Şarki Islahat a dewleta netewe ya Tirk a li dijî Kurdistanê, yekemcar li Dîlok, Mereş, Meletî û Semsûrê bi cih hat anîn. Û hat xwestin ku bi destpêkirina ji van herêman re heta xeta Elezîz, Dêrsim, Erzîngan û Erzîromê were vezelandin. Ev herêm di heman demê de di herikîna dîrokê de bûye herêma berxwedanê. Hem ji bo Kurdan, hem ji bo Elewiyan hem jî ji bo hemû beşên civakê yên mûxalîf çiyayên vê herêmê veguherîne çiyayên wan diparêzin. Ji ber vê yekê mêtîngeriya Tirk a faşîst xwestiye bi plana Şarik Islahat re vê herêmê ji vê rewşê derxîne. Xwestiye vê herêmê ji Kurdan, Elewiyan, mûxalîfan, hêzên demokrasiyê, hêzên sosyalîst, gelên cuda, ol û çandên cuda paqij bike. Ji gelek aliyan ve bi ser jî ketiye.

Lê belê bi derketina Tevgera Azadiyê ya Kurd re ev herêm ji bo xwe bigihîne paşeroja xwe, ji nû ve gav avêtine. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji Dîlokê heta Semsûrê HDP'ê parlamenter bi dest xistiye. Tevî hemû astengiyan jî, tevî ku hemû derfetên destilatdariyê hatin bikaranîn, encameke nebiçûk hat bidestxistin. Mereş û Meletiyê nikarîne parlamenteran derxîne, halbûkî eger li vê derê xebatek bihata meşandin, li van deran jî parlamenter bi hêsanî dikarîbûn bihatina bidestxistin. Di 1'ê Mijdarê de divê ji sedî sed ji van deran parlamenter werin derxistin. Li Semsûr û Dîlokê jî divê hejmara parlamenteran were zêdekirin. Ji ber ku li vê herêmê potansiyeleke xurt heye. Ev potansiyel ji aliyekî ve di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hat bikaranîn û hin encam bi dest hat xistin. Eger di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ev potansiyel, ev enerjî bêhtir bê bikaranîn, wê encamên girîngtir werin bidestxistin.

LI SEMSÛRÊ KURDEWARÎ GELEKÎ TEZE YE

Kurdewarî li Semsûrê hînê gelekî teze ye. Ji her alî ve tê jiyîn. Wekî din li Semsûrê Elewîtî zêde xera nebûye, hînê Elewîtî bi xurtî tê jiyîn. Ji ber vê yekê divê li Semsûrê Kurdewarî û Elewîtî bigihêjin hev, bibin yek. Çawa ku Kurdên Sûnî û Kurdên Elewî li Gimgimê bûn yek, divê li Semsûrê jî heman rewş pêk were. Eger bibin yek, wê li Semsûrê Elewîtî û Kurdewarî serdest bibin. Eger li vê derê Elewîtî û Kurdewarî serdest bibin, wê Meletî, Mereş û Dîlok jî hîn bêhtir xwe bigihînin paşeroj, nasname û nirxên xwe. Wezîfe û berpirsyariyeke bi vî rengî ya dîrokî ya Semsûrê heye. Ji ber vê yekê divê hemû Kurdên Sûnî û Elewî yên li Semsûrê dest bidin hev û bi hev re bixebitin. Divê mêtîngerî û lîstikên AKP'ê, ji bo careke din neyê ser xwe, bên definkirin. Ya ku ji wan tê hêvîkirin ev e. Ya ku hêjayî wan e jî ev e. AKP li wê derê bi Kurdan û Elewiyan dilîze. Bi vîn û nirxên wan re dilîze. Bi pêşkêşkirina hin derfetan re, dixwaze ku Semsûr nebe kela Kurdan. Divê gelê me destûrê nede vê.

EGER LI DÎLOKÊ FERASETA NETEWEYA DEMOKRATÎK BI PÊŞ BIKEVE, WÊ PARTIYÊN SÎSTEMÊ DERBEKE MEZIN BIXWIN

Dîlok yek ji navendên ku piraniya şêniyên wê Kurd in. Navendeke ku piraniya şêniyên wê kedkar in. Navendeke ku gel û çandên cuda lê dijîn. Eger feraseta neteweya demokratîk li Dîlokê bi pê bikeve, wê partiyên mîna AKP û MHP derbeke gelekî mezin li Dîlokê bixwin. HDP dikare li wê derê piraniya parlamenteran bi dest bixe. Pêwîste ji bo vê bixebitin. Lewma divê vê potansiyelê bi kar bînin.

ÇERKEZ Û TIRKMENÊN LI MEREŞÊ DIJÎN JÎ DIVÊ XWEDÎ LI NASNAMEYÊN XWE DERKEVIN

Mereş bajarekî Kurdistanê ye ku komkujî bi serî de hatiye. Dewleta Tirk bi faşîst û kontrgerîlayan ev yek bi zanebûn kiriye. Xwestine Mereşê ji Kurdan, ji Elewî û mûxalîfan paqij bikin. Ji ber vê yekê li Mereşê cihên mîna Pazarcixê vala kirine. Girîng e ev rewş bê guhertin. Elewî, Kurd û mûxalîfên çûne Ewropayê divê berê xwe bidin mereşê. Pêwîste welê reh berdin nava xaka xwe ku careke din kes nikaribe wan jê rakin. Li herêma Mereşê ne tenê Kurd, Elewî, Sûnî, Tirk, Tirkmen dijîn. Çerkez jî lê dijîn. Pêwîste Çerkez, Tirkmen xwedî li nasname, nirx û vîna xwe derkevin. Ji bo careke din zindî bibin, xwe bigihînin kokên xwe û bibin xwedî vîn, rêya yekane tevgera bi Kurdan re ye. Tirkmen û Çerkezên xwe bi Kurdan û Elewiyan re nekin yek, wê ti carî ji helandinê, ji tinebûnê re rizgar nebin. Bi vê hişmendiyê divê bi Elewiyan, Kurdan, hêzên demokrasiyê û HDP a ku van hemûyan temsîl dike re bibin yek.

HDP partiya yekane ye ku neteweya demokratîk dixwaze biafirîne. Yekane partiya ku dixwaze komara demokratîk pêk bîne. Bi bûyîna desthilatdar a HDP'ê re wê gel, çand û olên li Tirkiyeyê bigihêjin çand, ol, vîn, nasname û nirxên xwe. Wê karibin xwe bi awayekî azad bi rêxistin bikin û vebêjin. Ji bilî vê yekê ti hêz nîne ku bi wan bide qezençkirin û wan bigihînin kok, dîrok û nirxên wan. Hêvîdarim gelê me yê Çerkez, gelê me yê Tirkmen ên li herêma Mereşê dijîn, wê bi Kurd, Sûnî, Tirk û Elewiyan re di vê hilbijartinê de hêza xwe bi ya alîgirên demokrasiyê re bikin yek, biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin HDP'ê, HDP'ê hîn bêhtir bi pêş bixînin. Pêşvebirina HDP'ê tê wateya pêşvebirina xwe bi xwe.

MELETÎ YEK JI BAJARÊN SEREKE YE KU PLANA ŞARKI ISLAHAT PÛÇ BIKE

Meletî bajarekî me ye ku Kurd, Elewî, sosyalîst, kedkar û çand û gelên cuda lê dijîn. Bi bajar, navçe û gundên xwe re bi vî rengî ye. Ji aliyekî ve Kurdewariyê temsîl dike, li aliyê din jî kedkar, Elewî, Sûniyan temsîl dike. Mozaîk e, yek ji herêmên sereke ye ku neteweya demokratîk lê şênber bibe. Yek ji bajarên sereke ye ku plana Şarki Islahat pûç bike. Eger Meletî, Semsûr, Mereş û Dîlok xwedî li nrixên xwe, li vîna xwe, li demokrasî û azadiyê derkeve, li dijî şer, faşîzm, dîkatorî û sûltaniyê bisekine, wê li Meletiyê jî encamên girîng di vê hilbijartinê de were bidestxistin.

Meletî, Mereş, Dîlok û Semsûr dikarin xwe bigihînin hev, dikarin bi tevahiya Kurdistanê re bibin yek, bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê re bibin yek.

Ya ku ji wan tê hêvîkirin ev e. Hêvîdarim wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li Mereş û Meletiyê jî parlametner derkevin û hejmara parlamenterên li Semsûr û Dîlokê were zêdekirin. Bi berevajîkirina plana Şarki Islahat re wê sîleyeke mezin li dewleta Tirk a Mêtînger, li Erdogan û AKP'ê bixin. Li ser vê bingehê ji tevahiya gelên me yên li van herêman re di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de serketinê dixwazim, silav û hurmetên xwe pêşkêş dikim."