Baydemîr: HDP ji bo faşîzmê bide rawestandin di nobetê de ye!

Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê ya li Îzmîrê didome. Bayedemîr di nobetê de axivî û got, ‘’Heke faşîzm raneweste wê her tiştî bike. Nobeta me ya Wijdan û Dadmendiyê ji bo vê ye. Ji bo ku faşîzm were rawestandin.’’

Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr di roja 2’yan a Nobeta  Îzmîrê de axivî û got “Nirxa mirovahiyê ya  hevbeş Heskîfê dikin qurbana bendavê. Îro wê bi dînamîtan xera dikin. Ez dipirsim; çi ferq di navbera

dînamîtkirina Heskîfê û êrîşa Talîban û DAIŞ’ê ya li dijî Palmîrayê heye?”


Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê li Qada Gundogdu ya Îzmîrê di roja 2’yan de didome. Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr têkildarî rojevê daxuyanî da. Baydemîr diyar kir ku AKP nirxên mirovahiyê dişewitîne û hildiweşîne û tiştên tên kirin wê dawiya AKP’ê bîne.

ÇAPEMENÎ HEDEF NÎŞAN DIDE

Baydemîr slavên xwe ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê, wekîl, rojnameger û bi hezaran girtiyan re şand û got ku her çiqas salek di ser hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê re derbas bûbe jî lê Erdogan wek “Lutfa xwedê” dinirxîne. Baydemîr çapemeniya nêzî AKP’ê rexne kir û got: “Medya nêzî desthilatdariyê hedef nîşan dide û AKP jî pêk tîne.” Baydemîr got ku Nobeta Wijdan û Edaletê di heman deme de wê darbeyê jî derbixe holê.

BANG LI ALÎGIRÊN AKP’Ê KIR

Baydemîr destnîşan kir ku AKP’ê bi darbeyê bêtir navê xwe qirêj kir û wiha domand: “AKP ji vê saetê şûn ve serdestiya hiqûqê, edalet û demokrasiye wek talûkeyê dibine. Dev ji OHAL’ê berdin, erdnîgariya Kurdan bi rêveberiya awarte tê birêve birin. Li Rojava jî muhalefete bêdeng dike. Bi rastî jî heke ku hûn ji vê saetê şûn ve naxwazin faşîzm serdest bibe divê ku hûn dengê xwe bilind bikin. Brêz Gul tespîta xwe ya ku bila AKP vegera armanca xwe ya berê. Tespîtek gelek rast e. Lê bi benda hêviyê mayîn xelet e. Çumkî AKP xwe û welat çawa bi rê ve dibe li ber çavan e. Ji alîgirên AKP’ê bigire heta siyasetmedaran ji niha şûn ve bêdeng nemînin. Wê demek wisa bê ku hûnê dereng bimînin. Ji bo em zêde dereng nemînin di vê nobeta edaletê de ne.”

‘ÇI FERQA HESKÎFÊ JI PALMÎRAYÊ HEYE?’

Baydemîr da zanîn ku Erdogan heta roja îro tenê tiştek rast gotiye û wiha pê de çû: “Li Rîzeyê got Zozanên Ayderê hatiye qirêjkirin û rezîlkirin. Bele rast got. Çawa ku siyasetê qirêj kir Ayderê jî qirêj kir. Tenê ne Ayder, bi rojane li Dersimê şewat didome û daristan dişewitin. Hemû saziyên Elewiyan li wir in û mudaxeleyî şewatê dikin. Hezar silav ji wan re. Tene hûn ne li dijî baweriya elewiyê neyartiyê dikin. Elbet wê hesab rojek vegere. Nirxa mirovahiya hevbeş Heskîf ji bendavê re tê qurbankirin. Heskîfê qurbanî bendava 60 salî dikin. Îro wa bi dînamîtan tê hilweşandin. Ez dipirsim; çi ferq di navbera dînamîtkirina Heskîfê û êrîşa Talîban û DAIŞ’ê ya li dijî Palmîrayê de heye. Aha hûn qirêjî bûn û we îflas kir. Ev nîşaneya vê yekê ye.”

'WÊ ÎŞKENCEKAR BÊN DARIZANDIN’

Baydemîr bal kişand ser komkujiyê li ser gelê Kurd û bajarên Kurdan û got ku wê îşkencekarên li Şemzînanê rojek bên darizandin. Baydemîr carek din li Îzmîrê bang li tevahiya Tirkiyê û Kurdistanê kir û xwest herkes bi hev re li dijî faşîzmê bisekine.