Baydemîr: Cehnema herduyan kirî!
Berdevkê HDP’ê Baydemîr diyar kir, ku AKP darbeya xwe kiriye û got, "cehnema darbeya bi apolet jî û bi qirewat jî kirî."
Berdevkê HDP’ê Baydemîr diyar kir, ku AKP darbeya xwe kiriye û got, "cehnema darbeya bi apolet jî û bi qirewat jî kirî."
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr di civîna komê ya partiya xwe de li ser mijarên rojevê axivî..
Baydemîr wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em vê civîna koma xwe di roja 257’an de bi rewşeke ku wiha ku hevserokên em ne li vir dikin. Di vê civînê de nîqaşkirina rêyên çareseriyê ne peywira min e. Heqê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag e."
Baydemîr li ser lehiya îro ya Stenbolê got: "Ev 20 sal in bajarê qedîm Stenbol ji hêla vê hikûmetê ve tê birêvebirin. Ez careke dî dixwazim diyar bikim ku bobeleta herî mezin bi destê vê hikûmetê ji ber sedema polîtîkayên rantê yê vê hikûmetê ye. Dikarin vê kêliyê li lehiya Stenbolê binerin û bibêjin ji vê HES’ên baş dikarin derkevin. Her wiha vê kêliyê dikarin bibêjin, 'Li Venedîkê binerin me Stenbol kire Venedîk'. Fatûre careke dî li welatiyên me yên Stenbolê hate birîn."
'EV DU SAL DERBAS BÛN, HÊ JÎ KUJERÊN PIRSÛSÊ NEHATINE EŞKEREKIRIN'
Baydemîr di 2. salvegera Komkujiya Pirsûsê de kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, ev di encama hişmendiya AKP-DAIŞ’ê de hatine kuştin. Baydemîr anî ziman, li gel ku 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî hê kujer nehatiye diyarkirin."
Baydemîr têkildarî darbeya 15’ê Tîrmehê jî wiha got:
"Eger Cunta bi ser biketa em ji 12’ê Îlonê dizanin ku wê çi bi serê wî welatî bihata, hewldana darbeyê ku bi ser neket ji hêla AKP’ê ve gav bi gav hate pêkanîn. 20’ê Tîrmehê derbasî rejîma Rewşa Awarte bûn. Di vê demê de ku darbe bi ser neket got, ‘’Ev dayina Xwedê ye’ û darbeya xwe pêk anî. Avêtina girtîgehê ya lîderên ku li ser navê vê partiyê îmze avêtin deklarasyona dijî darbeyê îxaneta herî mezin e li giyanê wan kesan ku jiyana xwe ji dest dane.
Eger darbe bi ser biketa dîsa wê hevserokên me bavêtane girtîgehê. Diyare ku darbeya ku ji ya bi qerewat tê û ji ya bi apolet tê heman encamê dide. Ji bo vê jî cehnema darbeya bi qerewat û apolet kirî."