Bavê girtiyê nexweş: Nikare bi tena serê xwe avê vexwe

Mehmet Zahit Turan, bavê girtiyê nexweş Abdulalh Turan ku li Girtîgeha Metrîsê girtî ye û ji stû jêrtir şeht e, got, kurê wî ji stû berjêtir şeht e, çawa ji bo civakê dibe taloke.

Mehmet Zahît Tûran ku kurê wî Abdûllah Tûran di Girtîgeha Metrîsê de ye û ji stû berjêr şeht e, anî ziman ku kurê wî li ber mirinê ye, lê belê midûriyeta polîsan rapora, "ji bo civakê talûke ye" daye wî. Bav Tûran got, "Kesekî ku nikare bi tena serê xwe avê vexwe, wê çawa ji bo civakê talûke be?" 
 
Li Girtîgeha Metrîs a Jimare 2 a Tîpa R'yê rewşa Abdûllah Tûran ê ji stû berjêr şeht e, her diçe xirabtir dibe. Tûran tevî Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne û Serdal Yildirim ê ji sedî 98 berasteng e, di heman qawîşê de dimîne. Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye Tûran, lê belê cardin jî nayê berdan. Herî dawî di 24'ê Mijdarê de rewşa wî xirab bûye û ji ber vê wî rakirine Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê. Lê belê bêyî ku bê tedawîkirin cardin ew birine girtîgehê. Di heman şevê de cardin nerihet bûye û cardin wî rakirine nexweşxaneyê. Cardin heman tişt kirine û wî birine girtîgehê xistine hucreya karantînayê. 
 
Tûran niha bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Bavê wî Mehmet Zahît Tûran çû serdana wî. Bav Tûran, anî ziman ku ji bo kurê xwe bibîne ji Amedê hatiye û kurê wî jê re gotiye rewşa wî qet ne baş e. Bav Tûran jî rapora ATK'ê bibîr xist û ji bo neberdana wî destnîşan kir ku çavê wan lê ye bimire. 
 
Bav Tûran, diyar kir ku di roja 60'emîna gerva birçîbûnê de ku di 7'ê Mijdara 2018'an de dest pê kiribû, kurê wî serserkî ji ser ranzayê ketiye û felc bûye. Tûran got, "Piştî emeliyatê, bijîşk got, ne mimkun e ku êdî wekî berê be. Niha felcî ye. Dest û pêyên wî nagirin. Li ser piştê dirêjkirî ye. Ji sêngê berjêr tu derê xwe hîs nake. Heger yek avê û xwarinê nedê, nikare bi tena serê xwe vexwe û bixwe. Mirovekî wiha di hepsê de dihêlin. Ma mirovekî wiha dê çi bîne serê dewletê. Bi hinceta 'ji bo civakê talûke ye' wî bernadin." 
 
Tûran, anî ziman  pêdiviya kurê wî bi nihêrînê heye û got, "Kurê min, tevî Aktaş ê her du destên wî tune ne û Yildirimê ku lingên wî tune ne, plantîn di piştê de ye di heman odeyê de dimîne. Rewşa wan jî heman rewş e. Doza çi li van mirovan dikin?"
 
Bav Tûran bang li Serokê AKP'ê Erdogan kir û got: "Hûn çima cihêkariyê dikin nav Kurd, Tirk, Ereb û farsan? Hûn çima mirovan bera hev didin? Dibêjin 'ji bo civakê talûke ye'. Mirovekî nikare rabe ser xwe, kesekî li ser piştê dirêjkirî, kesekî nikare bi tena serê xwe avê vexwe û xwarinê bixwe û nikare serê xwe ji ser balîfê rake. Lê belê em dizanin ji ber ku kurd e wekî 'talûke' tê dîtin. Zilmê dikin, heqaretê û neheqiyê dikin. Rojekê hema gava serê xwe danî ser balîfê bila bifikire û bila destê xwe deyne ser wijdanê xwe." 
 
Tûran, anî ziman ku bi hezaran mirov girtî ne û di şert û mercên xirab de dimînin û got, "Sedema ev qas girtin, ev qas zext û zorî ji be rkrudbûyîna me û zimanê me ye. Bi şev xweşikî xew bi çavê me nakeve. Sê rojan carekê esker davêjin ser gundê me. Ji roja em çêbûne em bi vî zimanî diaxivin. Ma ê karibin biguherînin? Êdî bes e, dê ev zilm heta kengî dewam bike. Ew jî baş dizanin ku ev ne çare ye. Ez tenê doza berdana kurê xwe nakim, ez dixwazim ên wekî wî giş bên berdan. Ev en rica ye, daxwaza ji bo edaletê ye."