Baskin Oran: Divê heta dawî HDP bê piştgirîkirin

Nivîskar Baskin Oran, serdana Nobeda Wijdan û Edaletê kir. Oran got: “Dîrok wê vê çalakiyê bi tîpên zêrîn binivîse. Ez helwesta HDP’ê ji A’yê heta Z’yê piştgirî dikim.”

Nivîskar Baskin Oran ê serdana Nobeda Wijdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê kir, anî ziman ku nobed ne tenê di aliyê Kurdan de, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê di warê azadî û edaletê de bijîn xwedî wateyekî gelekî girîng e.

Oren, binî xet kir ku li dijî desthilatdarê divê mekanîzmeya hevseniyê bê avakirin, Nobeda Wijdan û Edaletê di warê mekanîzma hevsengiyê de xwedî wate ye.

Oran wiha di dewama axaftinên xwe de ev tişt got:

 ‘ÇALAKIYA HDP’Ê JI BO HEMÛ TIRKIYEYÊ YE’

Çalakiya ku HDP’ê dayî destpêkirin di warê xistina mekanîzmeya denge û kontrolkirinê de ji bo hemû Tirkiyeyê baş e. Heta ji Erdogan û AKP’ê jî baş e. Ji ber ku Erdogan û AKP jî xirab diçin. Ji ber çi xirab diçe? Ji ber xirab tê birêvebirin. Ev rewş çiqas ji bo Tirkiyeyê xirab be ji bo AKP’ê jî ewqasî xirab e. Ji bo vê ev çalakiya HDP’ê ji bo AKP’ê jî baş e. Îro vê fam nekin wê sibê vê fam bikin. Tiştek rast heye ew jî wê dîrok vê çalakiyê bi tîpên zêrîn binivîse.

Ciwan heta vir tên pişta xwe didin, rûyê xwe li çalakiyê venagerînin. Ev ne ji dijminatiya Kurdan tê. Tirsekî ewqas mezin hatiye rûniştkandin, li Tirkiye ji ber zext û zilmê wisa ye. Wê ev perdeya tirsê bê çirandin. Helwesta HDP’ê ji A’yê heta Z’yê piştgirî dikim. HDP di aliyekê de bi wêrekî, li aliyê din legal û li aliyê din rêzdarî çalakiyên xwe zêde kiriye. Çalakiyê bi vî rengî hêdî hêdî gel dikişîne xwe. Ev meseleya pêvajo û demê ye. Ev kar di carekê de pêk nayên.

Oran bal kişand ser çalakiya nobedê ya li Amed, Stenbol, Wanê û Îzmîrê di nav dorpêça dewletê de pêk hat û wiha nirxand: “Peyama min ev e; deriyê vir bê vekirin hûnê bibînin bê ka çawe gel biherike vir. Wê demê hûnê bibînin HDP ji rewşa niha çiqas mezintire. Tiştekî wiha naxwazin bibînin. Ji ber ku muxalefeta herî mezin ne CHP ye, HDP ya ku 13 parlemeterên wê niha di girtîgehê de ye.”

Nivîskar Baskin Oran herî dawî wiha got: “Vê bidomînin. Bi awayekî bi biryardar, ji şidetê dûr, mafê xwe bigerin, van çalakiyên xwe yên legal yên aştî û edaletê bi hev re dixwazin bodomînin.”