Başaran: Ji bo meşrûiyeta hilbijartinê divê Demîrtaş bê berdan

Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Ayşe Acar Başaran got, ji bo Serokkomarê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de bê hilbijartin meşrû be divê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.

Ji bo berdana namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, serî li 19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dayin. Bi navê HDP'ê Alîkara Hevserokên HDP'ê ya ji Karên Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û parêzerên Demîrtaş serî li dadgehê dan.

Piştî ku serlêdan hate kirin Başaran li ber avahiya Edliyeya Enqereyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Başaran got, "Em spasiya hempîşeyên xwe dikin ku ji bo daxwaza serlêdana Birêz Demîrtaş bikin hatine vê derê. Em pê kêfxweş in ku hîn hiqûqnasên ji bo edaletê têdikoşin hene. Em şensê didin 19. Dadgeha Cezayê Giran ji bo xwe ji rewşa tengav rizgar bike. Em derfetê didin ku vê rûreşiya li dîroka Tirkiyeyê ketiye ji holê rake."

Başaran got, "Hevalên me yên parlamenter, Demîrtaş û Yuksekdag bi salan e li girtîgehê dîl tên girtin" û wiha dewam kir:

"Ji 13'ê Gulanê ve Birêz Demîrtaş bi rengekî fermî bû namzetê Serokkomariyê. Di pisûlaya dengdanê de rêza wî diyar bûye, lê ew hê jî bi biryareke dadgeriya siyasî li girtîgehê ye. Ne lazim bû ku me ev daxwaz bikira. Diviyabû 19. Dadgeha Cezayê Giran bigota 'Demîrtaş namzetê Serokkomariyê ye û divê karê hilbijartinê bimeşîne' û ew berda."

Başaran bi bîr xist ku namzetekî Serokkomariyê bi destê dadgeriya di kontrola namzetekî din de dîl tê girtin û got, "Namzetekî Serokkomariyê wê bi hemû derfetên dewletê li bajaran bigere û mîtîngan bike. Lê namzetekî din ê Serokkomariyê wê bi destê dadgeriya ku ji aliyê namzetê din ve tê kontrolkirin girtî be. Di nava van şert û mercan de karekî hilbijartinê yê wekhev û azad nayê kirin."

Başaran got, "Em pê bawer in ku Birêz Demîrtaş wê bibe Serokkomar, lê belê kî bê hilbijartin ji bo rewa be, divê Demîrtaş bê berdan."

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku hilbijêr dixwazin Demîrtaş bibînin û wiha dewam kir: "Em ê dest bi dema propagandayê bikin. Hemû namzet wê tevlî weşana TRT bibin. Ev yek mafekî destûrî ye. Baş e, Demîrtaş bêyî bê berdan gelo wê çawa karibe ji vî mafî sûdê werbigire? Em ê daxwaza mîtîngê bikin. Mafê hilbijêran e ku Demîrtaş bibînin."

Başaran di dawiya axaftina xwe de got, "Em bang li dadgeran dikin yên ku hê ji hiqûqê bawer dikin û dibêjin; em bi rengekî adîl darizandinê dikin. Serê xwe li ber dadgeriyê netewînin, bi rengekî wekhev darizandinê bikin û namzetê me yê Serokkomariyê Demîrtaş berdin. Ev yek ne tenê daxwaza me ye, daxwaza bi milyonan welatiyan e ku deng dane HDP'ê. Em bawerin ku hê hiqûqnas hene, hê mirovên ji edaletê bawer dikin hene. Em ê li mîtîngên ku dengê Birêz Demîrtaş lê bibihîzin li hev bicivin. Dema ku Demîrtaş bû Serokkomar, wê ev gel bi îradeya xwe wî ji nava çar dîwaran derxîne."