Baş: Divê em hêza xwe bikin yek û xwedî li dengê NA derkevin

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî Erkan Baş, encamên bi guman ên referandûmê ji ANF'ê re nirxand û got, "Eger ew qebûl nakin ku em bi ser ketine, em ê jî biryara wan nas nekin."

Baş bibîr xist, li çar aliyên welêt, hêzeke mezin a 'NA' derketiye holê û destnîşan kir, ku divê li her qadê hêzên xwe bikin yek û xwedî li dengê 'NA' derkevin.

Erkan Baş diyar kir, ew ji destpêkê ve dibêjin, encamên hilbijartina referandûmê ne rewa ye. Baş bibîr xist, Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryareke ku cihê xwe di qanûnê de nîne girtiye û anî ziman, divê encamên referandûmê tavilê werin betalkirin. Baş da zanîn, li çar aliyên Tirkiyeyê hêzeke mezin a 'NA' derketiye holê û got, welatiyên me yên dengê 'NA' dane, divê zanibin ku di vê referandûmê de bi ser ketine û bi vê têgihiştinê li her qadê hêza xwe li dijî desthilatdariyê bikin yek û xwedî li dengê 'NA' derkevin.

'DIVÊ EM HIQÛQA GELAN AVA BIKIN'

Baş ragihand, di kampanya 'NA' de mîna pêvajoya Gezî gelek tevger, kom û rêxistinên cuda yên siyasî û civaka sivîl li hev civiyan e û destnîşan kir, divê hişmendiya welatîbûnê û vîna lêgerîna li maf a di vê demê de derket holê were xurtkirin û dewamkirin. Baş got, "Lazim e ev yekîtî were berfirehkirin. Lê beriya her tiştî divê em destûrê nedin ku mafê me bê talankirin."

Baş diyar kir, heta ku bê betalkirin ew ê encamên hilbijartinê qebûl nekin û wiha dewam kir: "Ne rast e ku biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind weke biryara misoger were dîtin û li gorî vê yekê stratejiyeke siyasî were afirandin. Em dizanin ku em bi ser ketine, lewma divê em xwedî li vê serketina xwe derkevin. Eger ew serketina me qebûl nakin, em ê jî biryara wan qebûl nekin. Madem li vî welatî maf, hiqûq, edalet û qanûn li gorî hiqûqa yên bi hêz tê meşandin; wê demê em jî li gorî hêza gel, ku hêza herî mezin a vî welatî ye, hiqûqa xwe ava bikin."