Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 38 zarokan da

Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî binçavkirina 38 zarokan a di dema pîrozbahiya Newrozê da û diyar kir ku binçavkirin li dijî hiqûqê ye.

Di pîrozbahiya Newrozê ya duh de zarok jî di nav de herî kêm 126 kes bi sedema cil û bergên kurdî û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin. Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Daxuyanî li ser platforma medyaya dijîtal a X'ê hate parvekirin. Daxuyanî wiha ye: “Weke her sal, îsal jî zarok bi hinceta ku cil û bergên herêmî tev li pîrozbahiya Newrozê bûne, bi hinceta van cil û bergan hatin binçavkirin. Ji zarokên li qadê 38 jê li ser fermanê ji ber sûcê 'propagandaya rêxistinê' hatin binçavkirin û birin Şaxa Midûriyeta Gerînendetiya Zarokan. Karûbarên heyî ji hêla me ve hatine şopandin. Ji raya giştî re em aşkere dikin ku binçavkirina zarokan û muameleyên din derhiqûqî ne û em ê bi rêyên hiqûqî vê pêvajoyê bişopînin.”