Bariş: Civaka Êzidî li dijî zîhniyeta yekparêz e

Serokê Weqfa Çanda Êzidî civaknas Azad Bariş, referandûm ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku civaka Êzidî ji ber taybetmendiyên xwe, li dijî zîhniyeta yekparêz e.

Bariş bibîr xist, ku li gorî baweriya Êzidiyatiyê, 7 milyaket li dora Xwedê hene, ku Xwedê bi wan dişêwir e û destnîşan kir, Êzidî destûreke bingehîn a xizmetê ji şexsekî bi tenê re dike, qebûl nakin.

Bariş diyar kir, Êzidî vê guhertina destûra bingehîn weke reformeke destûra bingehîn nabînin û anî ziman, 18 xalên ku weke gaveke 'demokratîk' tê nîşandan, zimetê ji şexsekî bi tenê re dike. Civaknas Azad Bariş destnîşan kir, ku bi vê destûra bingehîn re tê xwestin, serweriya şexsekî ku demeke dirêj e dewam dike, bi rejîmê were zexmkirin. Bariş bibîr xist, yên destûra bingehîn amade kirin bi kesî neşêwirîn û got, "Di rewşeke normal de diviyabû bi profesoran, civaknasan, saziyên civakî yên sivîl û gel bişêwiriyan û destûreke bingehîn a her kesî di nava xwe de vedihewîne amade bikira. Di vir de dereweke mezin û destûreke bingehîn a her kesî bi temamî venahewîne, heye."

'DENGÊ XETERIYÊ TÊ'

Bariş anî ziman, civaka Êzidî ku civakeke qedîm e, ne pêkan e ku vê rêveberiya şexsekî qebûl bike û wiha dewam kir: "Weke civaka Êzidî, me ji destê padîşahan, qralan, sûltanan gelekî kişand. Sûltanan, padîşahan her tim ferman li me rakirin. 73 ferman li me rabûn."

Di dewama axaftina xwe de Azad Bariş got, "Em ji vê rêveçûnê ditirsin. Ji ber vê yekê dixwazin di asta herî bilind de berxwedana xwe ya demokratîk nîşan bidin û dengê 'NA' bidin'." Bariş bal kişand ser gotinên nefretê yên ku Serokkomarê Tirk Erdogan di nava sê salên dawî de li dijî Êzidiyan kir, "Erdogan di her axaftina xwe de mafên me binpê dike. Di ser Zerdûştiyê re hewl dide li me bide. Vê yekê weke bê dîn, bê baweriyê nîşan dide. Weke xizmên nêz ên Zerdûştiyê, ev yek me aciz dike. Li Tirkiyeyê ji xwe kêm Êzidî man e. Hedefnîşandana van ne tiştekî bê qebûlkirin e. Ji ber vê yeke em hem li dijî rejîma şexsekî ne, hem jî li dijî Erdogan ê ku di her firsendê de êrîşî Êzidiyan dikin e. Dengê xeteriyê yê vê destûra bingehîn tê me."

'EV ERK ANCAX JI XWEDÊ RE WERE DAYIN'

Li ser helwesta Êzidiyên li welêt û derveyî welêt, Bariş got, "Di vê referandûmê de pêwîstiya Êzidiyan bi îqnakirinê nîne. Ji xwe ji ber taybetmendiyên xwe yên xwezayî, ew li dijî zîhniyeta yekparêziyê û li dijî yên nebaşiyê dikin e. Em ji Xwedê re bi navê wî yê din dibêjin Yezdan. Li gorî baweriya me, li dora Xwedê 7 milyaket hene. Ev milyaket di heman demê de şêwirmendên Xwedê ne. Lewma di baweriya xwe de jî em Xwedê bi tenê nahêlin. Ji ber ku divê xwedê bi temamî baş be. Em gotinên nebaş nabêjin. Mînak, em gotina 'îblîs' nabêjin, ji ber ku ew gotin nebaşiyê temsîl dike. Em, şexsekî weke nîşaneya nebaşî dibînin. Şexsê bi serê xwe dikare nebaşiyan bike, dikare bibe qralê tarîtiyê, dikare bibe dijminê nîjad, qewm, ziman û gelan. Di dîrokê de gelek mînkên vê hatin dîtin. Erka di vê astê de ancax ji Xwdê re bê dayîn. Lê li gorî baweriya me heft milyaketên Xwedê hene. Lewma ji aliyê baweriyê ve, em ji yekparêziyê bawer nakin û nepêkan e ku em bêjin 'erê'."

'ŞENGAL BI BERXWEDANÊ ZANE'

Bariş polîtîkaya Erdogan a li ser Şengalê rexne kir û bibîr xist, Şengal welatê Êzidiyan e. Bariş desnîşan kir, Şengal ne pariyekî biçûk e û got, "Li wê derê dîroka berxwedanê heye. Civakên destpêkê yên cîhanê li wir jiyan e; di hiş û bîra Şengalê de parastina xwe bi xwe heye. Çawa ku di dema xwe de me li dijî Osmaniyan li ber xwe dan, niha jî kî tê bila were, em ê li ber xwe bidin."