'Bariş Atay ji bo Elewiyên Ereb biryareke rast e'

Endamê Meclîsa Elewiyên Ereb ên li Stenbolê Ûfûk Sûltanoglû got, "Bi salan e em tine tên dîtin û tên înkarkirin. Dem hatiye ku em namzetê xwe Bariş Atay ku wê nasname û nêrîna me temsîl bike, bikin wekîl."

Elewiyên Ereb ku di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê û bûyerên Gezî de xwe bi rêxistin kirin, Meclîsa Elewiyên Ereb a Stenbolê ava kirin. Meclîs, xwe bi rêya medya civakî û çalakiyên çandî bi rêxistin dike. Armanca bingehîn a meclîsê jî rabûna li ber asîmîlasyonê ye. Endamê Meclîsa Elewiyên Ereb a Stenbolê Ûfûk Sûltanoglû li ser avabûna meclîsê, armanca wê û namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Hatayê Bariş Atay ji me re axivî.

ELEWIYÊN EREB JÎ TÊN ÎNKARKIRIN

Sûltanoglû bal kişand ser înkara li Tirkiyeyê û got, "Li gel vê yekê, piştî ku meseleya Sûriyeyê rû da, Tirkiyeyê ji hinaliyan ve dest li meseleya Sûriyeyê werda, cîhadîst fînanse kir û rê li ber wan vekir, her wiya bi rûdaya Gezî û dayina berdêlan re, me pêwîstî pê dît ku meclîsê ava bikin. Weke ku hûn jî zanin, di dema bûyerên Gezî de yek ji bajarên ku li ser piyan bû Antakya ye. Di pêvajoyeke wiha de, mirovan dest bi pirsên 'çi diqewime, em ber bi ku ve diçin?' kirin. Rêxistinbûna Meclîsa Elewiyên Ereb bersiva ji van pirsan e. Ji bo em aliyê Stenbolê yê vî karî bimeş^nıin, em li hev civiyan."

LI DIJÎ QIRKIRINA ÇANDÎ DIVÊ DESTEK JI MECLÎSA ME RE BÊ DAYIN

Ûfûk Sûltanoglû da xuyakirin ku Elewiyên Ereb xwedî çand û kevneşopiyên girîng e û got, "Ji destdana vê çand û kevneşopiyê tê wateya tinebûna Elewiyên Ereb. Lewma, li dijî qirkirina çandî pêwîstî bi berxwedanê heye. Pêwîstî bi meclîsan heye."

BARIŞ ATAY JI BO ELEWIYÊN EREB BIRYAREKE RAST E

Li ser namzetiya lîstikvan Bariş Hatay, Sûltanoglû got, "Em kesayeta siyasî ya Bariş Atay ji xwe ji nêz ve dişopînin. Ne tenê gelê Elewî yê Ereb, her kes bi wî zane. Bêguman nasnameya Elewiyê Ereb a Bariş Atay ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Ew milîtanekî berxwedêr e û ji bo me namzetekî hêja ye. Di nava her şert û mercî de em ê destekê bidin û ji bo piştgiriyê jî bang bikin. Bariş ji bo me Elewiyên Ereb biryareke rast e. Ji bo vê jî pêwîstî bi çi hebe, em ê wê bikin."

Sûltanoglû destnîşan kir, ji bo Bariş Atay li Hatayê bê hilbijartin, endamên meclîsa wan wê bixebitin.