Banga ‘Şehîd Çekdar e’, em Kobanê biparêzin
Banga ‘Şehîd Çekdar e’, em Kobanê biparêzin
Banga ‘Şehîd Çekdar e’, em Kobanê biparêzin
Şervanê YPG’ê Rênas Mahmûd ku di şer û pevçûna bi DAIŞ’ê re derket de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesî li Pirsûsê hate definkirin. Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek di merasîmê de axivî û got: “Ev banga Şehîd Çekdar e. Ji bo parastina Kobanê divê her kes berê xwe bide Kobanê."
Rojek berê şervanê YPG’ê Rênas Mahmud (Çekdar Qeremox) di şer û pevçûneke bi DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li Pirsûsê bi tevlîbûna hezaran hate definkirin. Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek, parlamenterên HDP’ê Aysel Tugluk, Îbrahîm Bînîcî, Faysal Sariyildiz, nûnerên rêxistina civaka sivîl jî di nav de bi hezaran kes li ber Nexweşxaneya Pirsûsê hatin cem hev. Cenaze ji morga nexweşxaneyê hate girtin û gel ber bi goristanê ve meşiya. Gelek Rojavayî jî tevlî merasîmê bûn. Piştî cenaze hate definkirin deqeyek rêz hat girtin.
KOBANÊ WÊ JI DAIŞ’Ê RE BIBE GOR
Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek di merasîmê de axivî û diyar kir ku Rênas ji bo Kobanê û Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û got ku divê her kes di rêya şehîdan de bimeşe.
Yuksek anî ziman ku hevalekî wan di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir: “Em li ser gora Rênas bang li hemû gelê xwe dikin. Divê vê wek banga Rênas bizanin. Kobanê wê bibe gora DAIŞ’ê. Azadiya Kurdistanê nêz e. Em soz didin. Em ê têkoşînê mezin bikin."
BERPIRSYARIYA ME PARASTINA AXA XWE YE
Bavê Rênas, Mahmud Rifat ku ew jî kurê xwe re di heman rojê de li mewziyek cuda birîndar bû, diyar kir ku ji bo ku Kurd axa xwe biparêzin peywireke dîrokî dikeve ser milê wan û got: “Ez jî bi wî re heman rojê birîndar bû. Navê wî çekdar bû. Di temenê biçûk de peywira wî parastina Kobanê bû. Divê ciwanên me tevlî YPG û YPJ’ê bibin û axa xwe biparêzin.
Piştî axaftinan Hevserokê DBP’a navçeyê diyar kir ku di 29’ê Îlonê de saet di 10’an de li Pirsûsê dê mîtîngekê pêk bînin û kesên tevlî merasîma cenazê bûn dîsa vegeriyan nuqteyên nobetê.