Banga li Elewiyên Ewropayê: Li HDP’ê xwedî derkevin

Li Muhlacker a Elmanyayê li Navenda Çandê ya Elewiyan ji bo xebatên hilbijartinê civînek hate kirin. Di civînê de Serokê Rûmetê yê AABK’yê Turgut Oker û Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur hazir bûn.

Civîn duşemê, êvarî hate kirin. Destpêka civînê Hevserokê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanayayê Baden Württenberg (AABF- BW) Ergun Ozcan axivî. Ozcan bi kurtî got armanca hemû xebata wan ew e ku HDP bendê derbas bike.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksungur ji bo ku namzetiya Turgut Oker hate vetokirin helwest nîşan da.

Goksungur got, ‘’Turgut Oker ne tenê ye. Namzetiya birêz Oker ne takekesî bû. Li ser navê saziya Elewiyan a Ewropayê namzet bû. Li dijî vetokirina namzetiya Oker divê Elewiyên li Ewropayê biçin ser sendoqê û bersivê bidin.’’ Goksungur bang li Elewiyan kir ku hesab bipirsin û got, ‘’Li pêşberî me du enî hene: Eniya demokrasiyê û eniya faşîst.’’

Goksungur li ser veguhaztina cihê sendoqan a li Kurdistanê jî got, ‘’Ji bo ku deng bi ser AKP’ê de biçin vê dikin. Hemû armanca wan ew e ku HDP bendê derbas neke.’’

Goksungur xwest ku li dijî van dek û dolabên AKP’ê, bi taybetî jî hilbijêrên li Elmanya bi rengekî xurt biçin ser sendoqan.

Turgut Oker jî got bi takakesî ew naxwaze bibe parlamenter û piştre bal kişande ‘yekîtiya stratejîk’ a 7’ê Hezîranê ya li derdora HDP’ê.

Oker bang li Elewiyan kir û got, ‘’Em ji hemû Elewiyên ku xwedî wijdan in dixwazin bê şert û merc dengê xwe bidin HDP’ê.’’

Oker wiha axivî: ‘’Ez ne bi rengê ku em ê 1’ê bidin û 3’yan bistînin li HDP’ê dinerim. Em li dijî barbariyê divê yek bin. Cem kirin, bangkirina li Xizir têrê nake. Meraşê, Sêwazê, Çorûmê û Dersimê bi bîr bînin. Piştî 24’ê Hezîranê em ê bi kê re li ber xwe bidin? Çarenûsa Tirkiyê hevkariya stratejîk a Tevgera Kurd û tevgera Elewî dikare diyar bike. Ji bo vê jî em bang li 42 saziyên Elewî yên li herêma Wurttembergê dikin ku xwedî li HDP’ê derkevin.’’