Baluken, êrîşên li hember malbata Kaydu anî meclîsê

Baluken, êrîşên li hember malbata Kaydu anî meclîsê

Cîgirê Serokê Koma HDP’ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balukên, der barê malbata Kaydu ya rastî gefên kuştinê û girtîgehê tê, ji bo Wezîrê Esaletê Bekîr Bozdag bersiv bide pêşniyarpirsek da.

Baluken diyar kir ku ji ber pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, atmosfera şer bûye sedem ku gelek malbat zerar û ziyanên mezin bibînin û malbata Kaydu wek mînak nîşan da.

Baluken ev pirs li Wezîr Bozdag kir:

'KONSEPTEKE DEWLETÊ YE?'

"Ev êrîşên li hember malbata Kaydu ku rastî gefa kuştin û girtîgehê tê, gelo di nav konsepteke dewletê de bi awayekî sîstematîk pêk tên?

Gelo sedema ku Kenan, Bekîr û Feleknaz Kaydu ceza wergirtine, ji ber bi israr li failên Mehdîn Kaydu yê ji aliyê JÎTEM’ê hat qetilkirin digeriyan?

Tevî ku biryarên Dadgeha Bilind û biryarên mînak hene jî Bê ku guh bidin van biryaran ceza li Bekîr, Kenan û Felrknaz hatiye birîn. Ev ceza rê li ber hilweşîna malbatê vedike. Têkildarî vê cezayê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye vekirin wê wezareta we bikeve dewreyê.?

Ji bo dîtina failên qetilkirina Mehmet Mehdîn Kaydu lêpirsîn di çi merheleyê de ye?