Balûken: Divê rastiya Zîndana Amedê were ronîkirin

Balûken: Divê rastiya Zîndana Amedê were ronîkirin

Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken ji parlamentê xwest, bûyerên piştî darbeya 12'ê Îlonê li Hejmaa 5. a Zîndana Amedê qewimîn lêkolîn bike. Balûken destnîşan kir ku gaveke bi vî rengî wê pêşî li rûbirûbûna paşerojê veke.

Balûken da xuyakirin ku, ronîkirina bûyerên li Girtîgeha Amedê hejmara 5. qewimîn wê ji bo eşkerekirina dîroka nêz a Tirkiyê û rûbirûbûna bi dîroka darbeyan Tirkiyê, gelekî girîng e. Balûken diyar kir ku, lêkolînkirina Zîndana Amedê wê bi kêrî pêvajoya heyî ya çareseriya demokratîk û aştiyê jî were.

Balûken ragihand ku meha Gulanê di nava çepgiran de xwedî girîngiyeke mezin e û got, "Di meha Gulanê de li Zîndana Amedê ya bi Hejmara 5. bûyereke "yekane" ya di dîroka têkoşîna civakî ya Tirkiyê de rû da. Ev bûyer jî bi gotina "Çar Stêrk" di lîterarturê de cih girt. Ev bûyer bi rêbaza xwe re, ne tenê li Tirkiyê li gelemperiya cîhanê yekane bû, lewma di mejiyê mirovan de cihekî mezin girt."

Balûken bal kişand ser kiryarên xerab û êşkenceya giran a Esat Oktay Yildiran û ekîba wî, ku mînaka vê nayê dîtin û got, "Zîndana Amedê, cihekî ku li huqûqê bêqanûnî hat ferzkirin û bêqanûnî bû serdestê huqûqê, nîşan dide. Zîndana Amedê dibistaneke leşkerî ye. Tenê armanceke wê heye; ew jî Tirkîtiyê li ser we ferz dike."

Balûken diyar kir ku, eger meclîs dest bi lêkolînkirina Zîndana Amedê bike, wê bi paşeroja xwe re jî rû bi rû bimîne û neheqiyên hatine kirin û mexdûriyetên rû dane werin bîranîn. Balûken anî ziman, komîsyonek lêkolînê ya bi vê armance wer avakirin, divê bixwze li burokratên sivîl û leşkerî yên wê demê hatine wezîfedarkirin guhdarî bike û karê vê komîsyonê ji bo eşkerekirina rastiyan gelekî girîng e." Balûken got, "Eger di encama lêkolîn û lêpirsîneke bi vî rengî de ji malbatên mexdûr lêborîn were xwestin û Zîndana Amedê veguhere muzeyê, wê Tirkiye ji şermeke mezin xwe xelas bike."