Balafirên şer ên Iraqê li DAÎŞ'ê dan
Balafirên şer ên Iraqê, bombe li çeperên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê barandin.
Balafirên şer ên Iraqê, bombe li çeperên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê barandin.
Li gorî agahiya Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê dayî, hêzên Iraqê yên hewayî, li herêma El Dîşîşê ya Sûriyeyê bombe li çeperên DAÎŞ'ê barandin.
Li gorî daxuyaniyê, li herêma navborî rayedarên DAÎŞ'ê hebûne.
Balafirên şer ên Iraqê beriya niha jî li Sûriyeyê çeperên DAIŞ’ê bombebaran kiribûn.