BI DÎMEN

Bakirhan: Em li ber destpêkeke nû ne

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan têkildarî banga ku ji Rêber Apo bê got, "Em di demeke diyarker de ne. Em li ber destpêkeke nû ne ku wê çarenûsa gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê rojev nirxand.

Bakirhan desteserkirina şaredariyan careke din şermezar kir û got, "Em li pey wê ne ku aştiyê pêk bînin, lê li aliyê din qeyûman tayîn dikin. Gelo ev mejî û feraseta desteserkirin û înkarê wê heta ku derê dewam bike?"

Bakirhan got, "Ev rê ne ti rê ye, dest jê berdin, dest ji qeyûm berdin. Di serî de Qaxizman bila li her deverê îradeya gel şaredariyan bi rê ve bibe."

EM DI DEMEKE DIYARKER DE NE

Bakirhan bal kişand ser nîqaşên têkildarî 'pêvajoya nû' ya li ser meseleya Kurd û got, "Em di demeke diyarker de ne. Em li ber destpêkeke nû ne ku wê çarenûsa gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn biguherîne. Em di demeke diyarker de ne ku bandorê li dehan salan bike."

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê anî ziman ku ew dikarin ber bi Tirkiyeyeke demokratîk ve biçin û got, "Şert û mercên vê yekê hene. Hinekî ji dil bin, wê di rojên pêş de rojeva bingehîn a Tirkiyeyê bibe ev mijar."

BALA HER KESÎ LI BANGÊ YE

Bakirhan di dewama axaftina xwe de got, "Bala her kesî li wê bangê ye ku wê ji aliyê Birêz Ocalan ve bê kirin."

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê anî ziman ku ji çar aliyên cîhanê peyam ji wan re tên û got, "Pirs tên, meraq û kelecanek heye. Bi milyonan mirov dua dikin ku vê carê çareserî pêk were. Bawer bin, Tirk, Kurd, Azerî, Terekeme ferq nake, ji ber ku ev gel êdî aştiyê dixwaze. Ev gel edaletê dixwaze, azadiyê dixwaze, bêyî şer dixwaze bi hev re bijî. Weke ku we jî ji çapemeniyê şopandin heyeta me ya Îmraliyê beriya demeke nêz serdana Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê kir. Danûstandinên girîng kir. Li aliyê din Hevseroka me ya Giştî Birêz Tulay Hatîmogûllari bi heyetekê li Ewropayê karê dîplomasiyê kir. Ne tenê ji Çanakkale heta Enqereyê, em ji Rojhilata Navîn heta bi Ewropa û Awûstralyayê dîplomasiya aştiyê dimeşînin. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em hewl didin xwe bigihînin Kurd, Tirk, Elewiyan. Em hewl didin aştiyê vebêjin. Em daxwaza piştgiriya ji bo vê pêvajoyê dixwazin."

Bakirhan axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:

"Li Herêma Federe ya Kurdistanê hevdîtinên erênî hatin kirin. Bi birêz Mesûd Barzanî, birêz Bafil Talabanî, birêz Qubad Talabanî, birêz Nêçîrvan Barzanî, birêz Mesrûr Barzanî û endama Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê birêz Şehnaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtinên girîng kirin. Ji bo yekitiya neteweyî gavên dîrokî hatin avêtin. Ya herî girîng jî ew bû ku ji lîderên girîng ên gelê Kurd birêz Mesûd Barzanî di hevdîtinê de got ku ew piştgiriyeke mezin didin perspektîfa çareseriyê ya birêz Ocalan. Ev, seknekî dîrokî ye. Kurd bi hev re ne. Tevî polîtîkayên we yên cihêkariyê jî birêz Mesûd Barzanî û siyasetmedarên Herêma Kurdisetanê gotin ku ew bi aştiyê re ne û piştgiriyê didin perspektîfa çareseriyê ya birêz Ocalan. Qîmetê bidin vê sekna dîrokî.

Ji Hewlêrê heta Amedê, ji Mêrdînê heta Kobanê û Kirmaşayê, gelê Kurd dibêje ‘ez ji bo aştiyê amade me.’ Çi dîmeneke xweşik e. Hemû gelên Tirkiyeyê dibêjin ‘bila aştî bibe.’ Her kes li benda aştiyê ye, kolan amade ne, civak amade ye. Ji her çar aliyên cîhanê xelk piştgiriyê didin çareseriyê. Baş e gelo îktîdar ji bo aştiyê amade ye? Heke amade bin, em dikarin pêşeroja demokratîk a gelan bi hev re ava bikin. Em dikarin komara demokratîk ava bikin. Bila kesek ji bîr neke. Li welatekî ji maf û azadiyan bêpar ne dewlet ne jî mirov dilxweş dibin. Bi sala ye li vî welatî ne ax, ne dar û ber ne jî mirov dilxweş nîne. Rêya dilxweşiya ax û mirovan demokrasî ye.

Em di salvegera hewldana darbeyê ya 28’ê Sibatê û Mutebeqeta Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê de ne. Di 28’ê Sibatê de hem demokrasî ji holê hate rakirin hem jî di pirsgirêka Kurd de hêviya aştiyê çêbû. Birêz Erdogan di kongreyê de digot; ‘Dara ji koka xwe xeyîdî nikare şîn bibe.’ Kerem bikin em bi hev re vî welatî jinûve şî bikin. Em li xalên hevpar bên gel hev. Ji bîr nekin ku dîrok ne tenê eynika rabûrdiyê ye, her wiha eynika îro ye. Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd ew e ku hûn li eynikê binêrin. Werin em li Destûra Bingehîn a 1921’ê binêrin. Gelek kêmasiyên wê hene lê yekemîn destûra bingehîn e ku rêveberiyên herêmî esas digirt. Bi taybet jî ji mafên gelê Kurd û gelên din re rêz digirtin, rêz ji bo rêveberiyên herêmî digirtin. Hedefa me demokrasî, rêbera me bila aştî be."

'EM HÊVÎ DIKIN KU BI DÎMEN BE'

Piştî axaftina li komê Bakirhan bersiv da pirsên rojnamevanan.

Rojnamevanan gotina Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku digot “Divê peyama Rêber Apo bidîmen be” ji Bakirhan pirsîn.

Bakirhan, got: “Qendîlê daxuyanî daye. Em jî dibêjin ku ji bo bêhtir bitendurist û bêhtir pêbawer be, hêvî dikin peyam bidîmen be. Dê îktîdar û birêz Ocalan bi hev re biryara vê bidin. Ev, meseleyên teknîkî ne û dikare rêyek jê re bê dîtin. Ez di wê baweriyê de me ku desthilatdar ji bo bêhtir pêbawer be dê di vê mijarê de gavan biavêje.”

Rojnamevanan gotina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a “Peyama bidîmen di mewzûatê de nîne” bi bîr xistin. Li ser vê yekê Bakirhan, got: “Di gelek mijaran de mewzûat tên binpêkirin. Nêzikatiyên cuda jî tên pêşxistin. Em dibêjin ku bangekî dîrokî ye û divê li gorî cidiyeta bangawaziyê jî formûlek bê peydakirin. Li gorî min dê were dîtin.”

Bakirhan, ji bo pirsa têkildarî dîroka bangawaziya Abdullah Ocalan jî ev bersiv da: “Dê bangek were kirin û dê di demekî nêz de be. Ji bo dîroka wê ez nikarim niha tiştekî bibêjim.” Pirsa “Gelo ji bo hevdîtinê serlêdan hatiye kirin an na?” jî Bakirhan wiha got: “Ev, meseleyên teknîkî ne. Niha serlêdan hatiye kirin. Nikarim li ser navê wan tiştekî bibêjim.”

Piştî van gotinên Bakirhan, gelek nûçe hatin weşandin û hat gotin ku ji bo hevdîtina sêyemîn serlêdan hatiye kirin.

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê jî têkildarî mijarê agahiyek parve kir û got ku serlêdan nehatiye kirin û Bakirhan ev rewş tenê weke “îxtîmalekê” vegotiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku amadekariyên ji bo serlêdanê didomin.