Bahozê li bakûrê Almanyayê xist
Bahozê li bakûrê Almanyayê xist
Bahozê li bakûrê Almanyayê xist
Ji ber ba û bahoza li bakurê Almanyayê di veguhestinê de astengiyên mezin derketin holê û li gelek navendan dibistan ketin betlanê.
Li balafirgeha Hamburgê gelek seferên balafirê hatin betalkirin û di seferên trenê de jî astengiyên mezin derketin. Ji ber bahoza ku qewimî, dar ji qulipîn û riyên trenê girtin û ji ber vê yekê jî zehmetiyên meizn derketin holê.
Li bakurê welat hişyariya bahozê îro jî didome û hat diyar kirin ku îro dibistan ketine betlanê. Daîareya Meteorolojiyê jî diyar kirin ku leza bayê ji Grava Sylt a Bakurê Behrê di saetê de 148 kîlometreye. Ji ber ba û baranê asta ava çeman zêde bûye.
Li paytext Berlînê jî bahoz qewimî û rê li xesarên mezin vekir. Li taxa Fohnau darek qulipî û bi ser malekê de ket. Li navçeya Weîssensee jî sîwaneya dibistanekê firiyan. Midûriyeta Polîsan a Bremen jî diyar kir ku kesên di avahiyên herêma nêzî çemê Weser de dimînin bila li dijî lehiyê tedbîrên xwe bigirin û malên xwe terk bikin.