Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna anî ziman ku, butçeya AKP'ê ya sala 2013'an butçeya şere û wiha got: "Butçeya AKP'ê ya zindanane. Di dîroka Tirkiyeyê de tu caran evqas mirov ji ber fikrên xwe yên siyasî û helwesta xwe neketibûn girtîgehê. Butçeya AKP'ê ji bo dewlemend û bûrjûwayane. Di butçeya AKP'ê de jin tune tên hesibandin û butçeya zilamane."
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna di Lijneya Giştî ya TBMM'ê de ji bo nirxandina butçeya sala 2013'an û xebatên hikûmeta AKP'ê yên aboriyê, li ser navê partiya xwe mafê axaftinê girt. Ayna diyar kir ku, AKP mîsyona xwe ya aboriyê li gorî DYA û IMF'ê diyar dike. Ayna aşkera kir ku, AKP li hemberî gelên Tirkiyeyê şer dide meşandin, kuştinên bê daraz pêk tîne, girtinên keyfî pêk tîne, polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê naguherîne, xwezayê qetil dike û bi giştî butçeya xwe li ser dijminahiya mirovahiyê û xwezayê amade dike.
HEMÛ LÊÇÛN JI BO LEŞKERIYÊ NE
Emîne Ayna anî ziman ku, butçeya AKP'ê ya butçeya leşkeriyê ye û wiha got: "Di mehên hezîran û tîrmehê de sed hezaran milyon ji bo şerê li hember kurdan hatine mezaxtin .Yanî bi giştî 650 milyon. Ji bo butçeyê temam bikin ji ceyran û gaza xwezayî sedî 40 zem kirin. Di sala 2011'an de pereyên ku ji navendê li bajarên kurdan hatin şandin de ji bo lêçûnên leşker û polîsan hatin xerckirin. Sedî 60 butçeya ku ji navendê şandin Dêrsimê ji leşker û polîsan re mezaxtin."
Ayna bilêvkir ku, butçeya ji Şirnex û Colemêrgê re hatine şandin ji operasyonên leşkerî û siyasî hatine veqetandin. Her wiha kesên ku li hember operasyonan dengê xwe derxin ji bo gaz, cop û TOMA'yan hatiye mezaxtin. Ayna destnîşan kir ku di lêçûnên bajarên Rojava de ji bo leşkeriyê lêçûn nîn in û ev dane dadikevin sedî 20'î. Ayna da zanîn ku li hember evqas zilmê dengê demokrat û sosyalîstan nehatiye birîn.
BUTÇEYA AKP'Ê YA ZINDANÊ YE
Ayna da zanîn ku, butçeya AKP'ê ya zindanê ye û wiha got: "AKP dibêje ger hûn nefikirin pirsgirêka Kurd nîne. Lê cudahiya navbera me û zindiyên din ewe ku em difikirin û van fikrên xwe tînin ziman. Li gorî fikra serokwezîr ger em nefikirin, em ji mirovbûnê derkevin. Vê yekê ji me re pêşniyar dike. Em dizanin yên difikirin, dipirsin û lêkolîn dikin, ji bo AKP'ê mirovên xeterin. Yên ku nikarin bikujin jî diavêjin zindanan. AKP wekî polîtîkaya civakî du gavên şênber diavêje; ya yekem li her derê mizgeft çêdike û ya din jî zindanan mezin dike û zindanên nû çêdike."
Ayna bilêv kir ku, butçeya AKP'ê ji bo dewlemend û burjuwayane û di butçeya AKP'ê de ji karker û kedakaran re cih nîne. Ayna diyarkirn ku, butçeya AKP'ê jinan tune dihesibîne û butçeyan mêrane.