AYM’ê pişta Çîtîl ê kujerê 13 gundiyan girt

AYM’ê li ser Mûsa Çîtîl ê ji qetilkirina 13 gundiyan ên di navbera salên 1993-94’an berpirse biryar girt. AYM’ê têkildarî mafê jiyanê hatiye binpêkirin got: ‘xwe naspêre tiştekî’.

Di navbera 1993-94'an de li Dêrika Mêrdînê 13 gundî; Seydoş Çeviren, Yusuf Çeviren, Abide Çeviren, Ahmet Çeviren, Ramazan Çevîren, Mehmet Nejat Aris, Pîro Ay, Vejdîn Avcîl, Mehmet Erek, Ramazan Erek, Ahmet Erek, Mûstafa Aydin û Mehmet Faysal Otun hatibûn kuştin. Ji ber vê derbarê Cîgirê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Mûsa Çîtîl de doz hatibû vekirin.

Di danişîna 21'ê Gulana 2014'an de dadgehê derbarê Çîtîl de biryara beraatê dabû û Dadgeha Bilind jî di 2'yê Hezîrana 2015'an de ev biryara pesend kiribû. Li ser vê parêzerên dosyeyê bi hinceta "mafê jiyanê hatiye binpêkirin" û "qedexeya muameleya kirêt hatiye binpêkirin" serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn.

AYM'ê, piştî 4 salan derbarê serlêdana parêzeran de biryar da û got: "Nayê qebûlkirin." AYM'ê, di biryara xwe de ji bo xala "binpêkirina mafê jiyanê" got, "xwe naspêre tiştekî" û ji bo xala "binpêkirina qedexeya muameleya kirêt" jî got, "ji hêla kes ve ji ber bêerkiyê nayê qebûlkirin."

Yek ji parêzerên dosyeyê Erdal Kûzû, diyar kir ku biryara AYM'ê berdewamiya polîtîkaya "bêcezatiyê" ya sûcên li hemberî Kurdan tên kirin bi xwe ye. Kûzû, bilêv kir ku di dema darizandinê de Mûsa Çîtîl li ser kar bûye û li ser vê jî hatiye terfîkirin û got, ev jî nîşan dide ku wekî polîtîkayeke dewletê pêk hatiye. Kûzû, destnîşan kir ku ew ê dosyeyê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re bişînin.