Ayhan sedema mirina 2 girtiyan ji Wezîr Bozdag pirsî
Ayhan sedema mirina 2 girtiyan ji Wezîr Bozdag pirsî
Ayhan sedema mirina 2 girtiyan ji Wezîr Bozdag pirsî
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, sedema mirina 2 girtiyên ku di nava hefteya dawî de li Girtîgeha niv vekirî ya Akçakale ya Rihayê jiyana xwe ji dest dan ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî.
Li Girtigeha niv vekirî ya Akçakale ya Rihayê, di nava hefteyekê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, têkildarî mirina girtiyan pirsname da Wezareta Dadê Bekîr Bozdag. Ayhan, pirsname amade kir û ji bo bersivandina Bozdag da meclîsê. Ayhan, di pirsnameyê de diyar kir ku li rayedarên girtigehan li dijî girtîya helwestên keyfî dimeşînin. Ayhan, diyar kir ku dema çûbû serdana girtîyan, herî zêde pirsgirekên nexweşiyan derket pêş û girtî dema ji 15 rojan carekê radikin rewîrê rastî erîşên nîjadperestî û keyfi tên. Ayhan, destnişan kir ku li pirsgireka girtîyan guhdar kiriye û pirsên girtiyan ji berpirsyarê girtigeha re şandine, lê di nava hefteyekê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Ayhan ev pirs ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî:
Li girtîgeha niv vekirî ya navçeya Akçakale ya Rihayê tê gotin 2 girtî jiyana xwe ji dest dane. Ev rast e? Ger ku rast be jiyana xwe li girtîgehê an ji li nexweşxanê ji dest daye?
Li Girtîgeha Akçakaleyê 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Agahiya Wezaretê ji vê yekê heye?
Li Girtîgeha Akçakaleyê 2 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, gelo berpisyara girtîgehê çi ye?
Li Girtîgeha Akçakaleyê di 3 salan de çend girtiyan jiyana xwe ji dest dane? Çima girtiyan jiyana xwe ji dest dan?