AUDER'ê bertek nîşanê tundî û zordariya polîsan dan

AUDER'ê bertek nîşanê tundî û zordariya polîsan dan

Xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Semsûrê(AUDER), tundî û zordariyên polîsan yên li hemberî xwendekaran protesto kirin.
Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Semsûrê(AUDER), Li ketina Zanîngeha Semsûrê di derbarê tundî û zordariyên polîsan yên ku li tevahî Tirkiyeyê li hemberî xwendekaran tê kirin de daxûyanî da çapemeniyê.

Xwendekaran di daxûyaniyê de pankartên "Bila xwendekarên girtî bêne berdan" û "Polîs destê xwe ji xwendekaran bikşîne" hat hilgirtin. Di daxûyaniyê de dirûşmên "Tundî û zordari me bin naxin", "Zanîngeh yê meye polîs bicihime" hatin berzkirin. Di daxûyaniyê de diyar kirin ku bi Newroza 2013'an pêvajoyek nû dest pêkir lê ji ber helwestên hikûmetê pêvajo hat xitimandin û kesên ku xwestin di siyaseta demokratîkde cih bigre rastî sîxûrî, binçavkirin û girtinan hatine. Balkişand ku operasyonên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê nîşaneya vê yekêye û wiha got: "Darbest nehatîn rakirin dijberî vê tundî û polîtîkayên helandinê pêşketin. sîxûriyê dispêrîne xwedekaran. Di xwazin li hemberî bûyerên ku di civakêde pêktê xwedekarên nehestyar pêkbîne. Kiryarên bi vî rengî kiriyarên serdema OHAL'ê ne. Di dema OHAL'ê de mirov digirtin lêpirsînan, gef lê dixwar û digirtin îşkenceyan . Bi kiryarên îro cudahiya waliyê Semsurê ji walîyê serdema OHAL'ê nemaye. Emê li hemberî tundî û zordariyên bivî rengî serî netewînin. Emê li hemberî kiryarên antîdemokratîk riprast li ser piyan bin."
Daxûyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.