Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek navendan didome. Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê li pêşiya avahiya xwe bi boneya salvegera Berxwedana Geziyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di çalakiya parlemeterên Edeneyê jî tevlîbûn de, Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Guleseren Tûral daxuyanî da û kesên di berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Tûral got: “Em ê bi ruhê Geziyê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dawî li zilam Qesrê bînin.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê li navçeyên Yenîşehîr, Toroslar, Akdenîz, Tarsûs bi gel û esnafan re civiyan. Di hevdîtinan de qala girîgiya partiyan hate kirin û daxwaz hate kirin ku ji bo Tirkiyeyê destekê bidin HDP’ê.
ANTALYA
Namzetên HDP’ê yên Antalyayê Kemal Bulbûl, Denîz Yildirim, Erdal Gîlgîr û Meral Geylanî çûn serdana Goristana Abdal Mûsa a li taxa Tekke ya navçeya Elamlî û esnafan kirin.
HATAY
Li Hatayê jî namzetên Parlemeteriyê yên HDP’ê Bariş Atay, Ekrem Nalbant, Hulya Kavûk û Mîthat Mîroglû bi boneya berxwedana Geziyê, kesên di qetlîama Pîrsûs û gora Halîl Aksakal û Okan Pîrînç ê taxa Harbiyeyê ziyaret kirin. Namzetan qûrnefîl danîn ser gorê û dûa kirin. Namzetan piştre jî serdana esnafên li navçeya Samandagiyê kirin. Esnaf û gel eleqeyek mezin nîşanî HDP’yiyan kirin û diyar kirin ku wê piştgirî bidin wan.
Namzetê Parlemeteriyê yê HDP’ê Bairş Atay di serdanê de axivî û got: “Em ê 24’ê Hezîranê ji bo faşîzma AKP’ê bêjin temam e. Em ê bêjin wê bi me bê gûhertin û em ê bigûherin.”
AMED
Namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê yên Amedê Ferda Fahrîoglû li Sûka Şewitî ya navçeya Sûrê serdana esnafan kir û daxwaza destekê kir. Fahîrolû ya ku rêveberên HDP’ê jî li gel ji bo namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş daxwaza dengan kir.
Fahrîgolû ya li vir serdanan malan kir û şûnde Gora Hz. Suleyman jî ziyaret kir û guh da pirsgirêkên gel.
GURGUM
Namzetên HDP’ê yên Meletiyê jî li bajêr xebatên hilbijartinê birêve dibin. Namzet li navçeya Pazarcik û bajaroka Narli bi welatî esnafan re hatin gel hev. Namzet ji aliyê welatiyek ve bi kelecanek germ hatin pêşwazîkirin. Namzet ji gel re axivîn û gotin ku partiya wan HDP ji bo siyaseta li Tirkiyeyê sîgorta aştî, demokrasî û azadiyê ye.
MELETÎ
Namzetên HDP’ê yên Meletiyê û rêveberiya HDP'a bajêr li gelek taxan bi welatiyan re hatin cem hev û li taxa Haniminçîftligî buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP’ê Yusuf Bozkûş, Jiyan Taş û rêveberên bajar û navçeyan li gundên Kurecîk, Aksut, Kasimuşagı, Develî, Sarihaci, Çakillipinar û Harunuşagi ya girêdayî navçeya Akçadagê bi gel re hatin cem hev. Di serdenê de gel namzetan bi kelecanek mezin pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de zêdehî û eleqeya jinan hêjayî dîtinê bû.
Piştî serdana gel namzetên HDP’ê Jiyan Taş, Kemal Gedîk, Fatma Alataş, Huseyîn Kilinç û Yusuf Bozkûş derbasî taxa Haniminçîftligî ya navçeya Battalgaziyê bûn û li vir buroya hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroya hilbijartinê de Hevseroka HDP’ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya axivî û got ku AKP dixwaze HDP’ê di binê bendavê de bihêle û xwest hemû kes dengê xwe bide û li sandoqan xwedî derkeve. Namzet Mehmet Tuncel jî dazanîn ku ew ji nava gel derketine û zarokên cotkar, karker û kedkaran in û anî ziman ku ewê tevî gelê xwe aştî û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Piştî axavtinan vekirina buroya hilbijartinê bi tilîlî û gerandina govendê pêk hat.
RIHA
Di çerçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Hêlwanê jî namzetên HDP’ê çûn serdana gel. Di serdana firneyekê de nanê li ser ‘HDP’ hatî nivîsandin ji bo namzetan hat çêkirin.
Namzetên HDP’ê yên nanê li ser ‘HDP’ nivîsandî ji destê karkerên firnê girtin diyar kirin ku gel bû bingeha têkoşînê û anîn ziman ku bi pêşkeşkirina vê nanê jî dê gel jiyana nû av bide.