ATÎK: Em ji bo HDP û Demîrtaş bibin yek

ATÎK'ê diyar kir ku wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji bo HDP û Selahattîn Demîrtaş bi rengekî çalak bixebitin.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) ji bo HDP'ê banga têkoşîna hevpar kir.

ATÎK'ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Afirandina têkoşîna hevpar a karker û kedkarên Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, derbeke girîng e ku li TC a faşîst bê xistin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin karên siyasî û têkoşîna hevpar a bloka demokrasiyê ku li dora HDP'ê ava bûye, ji bo ATÎK'ê gelekî girîng e û hate gotin, "Ji bo krîza nava partiyên rantxur, zordar û netewperest bê girankirin, wezîfeyeke polîtîk e ku destek ji HDP'ê û namzetê wê Selahattîn Demîrtaş re bê dayin."

ATÎK'ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku wê bi rengekî çalak tevlî karê hilbijartinê bibin.