Asya Ebdullah: Wê li Kobanê xebateke bi koordîne bê rêvebirin

Asya Ebdullah: Wê li Kobanê xebateke bi koordîne bê rêvebirin

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah der barê hatina pêşmergeyan û hêzên AAS a ji bo Kobanê got: “Berxwedana heta niha li Kobanê tê pêşxistin hem ji bo YPG, YPJ hem jî ji bo Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) gelek hevsengî guhertin.”  Ebdullah diyar kir ku pêşmerge û komên AAS yên hatine Kobanê wê di bin fermandeya YPG’ê de bin û bi awayekî hevpar û bi koordîne xebatek bê rêvebirin.”

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah der barê hatina pêşmergeyan û komeke hêzên AAS ji bo Kobanê ji ÎMC TV re axivî.

Ebdullah got: “Berxwedana heta niha li Kobanê tê pêşxistin hem ji bo YPG, YPJ hem jî ji bo Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) gelek hevsengî guhertin. DAIŞ’ê ji ber berxwedana Kobanê darbeyên gelek mezin xwarin. Bêguman ev alîkariyên nû jî dê vê hevsengiyê hê zêdetir biguherîne.” Ebdullah pirsa têkildarî hatina komeke girêdayî AAS jî bersivand.

Ebdullah bibîr xist ku berî niha di navbera YPG ‘ê û AAS de peymanek hatiye çêkirin û di pêvajoyê destpêkê ya berxwedana Kobanê de hêzên Burkan-El Firat ên girêdayî AAS  tevlî berxwedanê bûne û wiha axivî: “Şehîdên wan jî hene YPG’ê pêşniyara berî çend rojan nirxand, li ser vî esasî ev kom derbasî Kobanî bûn.”

Asya Ebdullah da xuyakirin, bi komên ku werin Kobanê re wê xebateke bi koordîne were meşandin û wiha axivî: “Komên ku werin Kobanê wê di bin fermandeya YPG’ê de bin; lê belê xebateke hevpar a YPG û AAS heye. Lewma li Kobanê wê xebateke hevpar a bi koordîne were meşandin.”