Asli Erdogan rakirin nexweşxaneyê

Nivîskar Asli Erdogan ku ev demek bû li Frankfûrtê dijiya rakirin nexweşxaneyê û hate gotin wê were emeliyatkirin.

Li gorî agahiyên ku Forûma Çandê ya Tirkiye-Elmanyayê dayî Asli Erdogan li Frankfûrtê rakirin nexweşxaneyê û wê were emeliyatkirin.

Doktor dibêjin ji ber pêvajoya girtîgehê ya li Tirkiyê ev nexweşî lê peyda bûne.

Nivîskar Asli Erdogan, 2016’an di lêpirsîna rojnameya Ozgur Gundemê de, bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê û sorkirina gel’ hate girtin. Piştî demekê ji ber kêmbûna delîlan a li ser sûcdarkirina ‘têkbirina yekîtî û yekeretiya dewletê’ hate berdan. Asli Erdogan piştî ku 133 rojan girtî ma, 29’ê Kanûna 2016’an hate berdan.