Asayîşa Şêxmeqsûdê heşîşa desteserkir şewitand
Asayîşa Şêxmeqsûdê heşîşa desteserkir şewitand
Asayîşa Şêxmeqsûdê heşîşa desteserkir şewitand
Li taxa Şêxmeqsud a Helebê Asayîşê 100 tayên heşîşê şewitandin û xwediyê wê jî girtin.
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çavkaniyekî ji Asayîşa taxê Şêxmeqsûd diyar kir, piştî ku agahiyên taybet ji wan re hatin ku kesekî di mala xwe de heşîş çandiye, lêkolîn dane destpê kirin û di ser malê de girtine. Çavkaniyê da diyarkirin ku, piştî di ser malê de girtin, gelek heşîşa ku li ser bangê malê çandiye desteserkirine.
Çavkaniyê ji Asayîşê dazanîn ku, “Me hemû tayên heşîşê ku bêtirî 100 tayî bûn hilkirin û şewitandin. Me xwediyê heşîşê jî girt û niha di girtîgehê de ye”