'Armanca min ew e; bikim ku xeyalên jinan pêk werin'

Gerîla Sêal Orkêş got, armanca wê ew e; bike ku jin nema êşê bikişîne û diyar kir, ku ew dixwaze rê li ber pêkanîna xewn û xeyalên jinan veke.

Gerîla Sêal Orkêş  ji bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Li dijî êrişên dagirkeran ên li ser gelê Kurdistanê biryarê dide ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bibe. Gerîla Sêal ji ANF'ê re qala tevlîbûna xwe dike.

Sêal Orkêş bal kişand ser bandora dagirkeriyê ya li ser civakê û got, "Min timî ji xwe re digot, çima ez hatime dinyayê, çima em bindest in, divê em çawa bijîn? Civak çima di vî halî de ye? Ez dikarim çawa bijîm, biaxivim, bifikriim, tevbigerim? Ev mijar hemû pirs bûn ji bo min. Fikrên Rêber Apo ev rê nîşanî min da. Min hez kir ku bi fikrê Rêber Apo mezin bibim. Li ser vê bingehê tevlî bûm."

Gerîla Sêal got, dema ku ew tevlî bû armanca xwe rizgariya gelê Kurd bû, lê belê piştî ku tevlî nava refên têkoşînê bû armanca wê berfirehtir bû.

Gerîla Sêal got, "Piştî ku tevlî nava tevgera Apoyî bûm, di perwerdeyê de min fêhm kir ku gelek gelên bindest hene. Erka me ya ku divê em wan hemûyan rizgar bikin. Hingî fikrê min, asoyê min firehtir bû. Ji ber ku tu li vê derê fêhm dike ku tu ne tenê ji bo xwe, lê ji bo gelên bindest dijî. Lewma erka me ya sereke ew e ku ne tenê gelê Kurd, gelên bindest hemûyan bikişînin nava felsefeya Rêber Apo."

Têkildarî armanca xwe ya ji bo jinan jî gerîla Sêal got, "Ez dixwazim dawî li êş û azarên jinan ên li tevahiya cîhanê bînim. Armanca min ew e ku jin têbigihêjin ku çima hatiye dinê, çima dijî, fikrê xwe mezin bike. Armanca min ew e ku jin bigihêje xeyalên xwe. Îdîaya min jî ew e ku em bi hev re jiyaneke hevbeş biafirînin."

Di dawiya axaftina xwe de Sêal bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dike û dibêje, "Ji bo zarokên li vê xakê bi rengekî azad bijîn divê bi rengekî xurt tevlî nava refên têkoşînê bibin."

Gerîla Sêal got, "Ez bang li tevahiya ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikim, bila bên tevlî xeta Rêber Apo bibin. Bila jiyana koletiyê ji xwe re qebûl nekin. Bila jiyana heyî qebûl nekin, lîstikên dagirkeran têk bibin. Ev erk dikeve ser milê Kurdan hemûyan. Lewma ez bi taybetî bang li keç û xortên Rojhilatê Kurdistanê dikim ku tevlî nava felsefeya Rêber Apo bibin."