BI DÎMEN

'Armanca komplo pêşîgirtina li yekbûna Kurdan bû'

Mezher Şêxo diyar kir ku dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest Kurdan bike yek, komplo li hemberî wî hate kirin û got, "Armanca komployê pêşîgirtina li yekbûna gelê Kurd bû."

Endamê Rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo yek ji wan kesan e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Mezher Şêxo qala kesayetiya Ocalan û komploya navneteweyî kir.

Mezher Şêxo anî ziman ku dema ku mijar dibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dem, meh û sal têrê nake ji bo vegotina wî û got, "Di dîrokê giştî de dema zilm, zordarî, bindestî, heqaret û neheqî digihêje astekê, kesayetên weke Rêber Abdullah Ocalan derdikeve da ku veguherînekê çêbike. Şenseke pir mezin bû ku ji bo tevahî Rojhilata Navîn di vê sedsalê de kesayetek wek Rêber Abdullah Ocalan derket. Piştî şerê cîhanê yê yekem bi pêşengtiya Brîtanya û Rûsya dewletên netewperestî hatin ava kirin, desthiladariyek pir mezin derket holê. Mînaka herî ber bi çav nêzikatiya ku li hemberî gelê Kurd hatibû raber kirin. Rêber Abdullah Ocalan ku destê xwe danî ser birîna gelê Kurd, têkoşîn bilind kir. Di salên 1970’î de Rêber Apo û koma xwe ya îdeolojî ket nava liv û tevgerê û gotina destpêkê ya Rêber Apo anî ser ziman 'Kurdistan Metingeh e', li ser vê esasê PKK ava bû."

Mezher Şêxo diyar kir ku wî di sala 1986'an de Tevgera Azadiyê nas kir, di sala 1987'an de tevlî karê tevgera azadiyê bû û got, "Me destpêkê pirtûka Rêber Apo ya 'Riya Şoreşa Kurdistanê' dixwend û li ser vê bingehê dest bi rêwîtiya têkoşînê kir. Ji ber ku di dilê me de Rêber Apo kestayetek pir hêja bû. Heta sala 1989’an de tevlîbûna min fermî di nava tevgerê de çêbû. Di sala 1993’an de Rêber Apo komên gel dixwestin. Wê demê em nêzî 30 kes bûn û em çûn qada Serokatiyê. Piştî demek dirêj û qederek naskirina min ji Tevgerê re hebû, ji bo min eşq bû ku Serokê vê tevgera berxwedêr ji nêz ve nas bikim."

Mezher Şêxo di dewama axaftina xwe de got, "Dîroka wê roja ku em biçin Rêber Apo bibînin ji bîra min naçe û her roj nû dibe. Hevdîtina me bi Rêber Apo re di 22 Adara 1993'an li Helebê bû. Dîtina Rêbertî ji bo me hestek pir cûda bû. Me tenê li Rêber Apo dinêhêrî. Rêber Apo Li ser 'Avakirina Kesayetek Şoreşger' sê seatan semînerek da. Rêber Apo yekemîn gotina ji me re got ‘Hûn min nas nakin’ bû, got ez yek seat li cem Metranê Helebê rûniştim, min nas kir. Rêber Apo gotina Metranê Helebî anî ser ziman û got, Metranê Helebî jê re gotiye meşa te wek ya Hz. Îsa ye. Ez dikarim bêjim ku sê seat li cem min wek sê deqeyan derbas bû. Rêber Apo deriyê avakirina kesayetî ji me re vekir. Ji me re digot divê serê we her dem bikele û hûn di nav lêpirsînê de bin.  Dema axaftina Rêber Apo bi dawî bû yek yek xatir ji hevalan xwest. Dema gihişt cem min Rêber Apo destê xwe danî ser milê min û got ‘xwe di aliyê fikrî de pêş bixe’.”

Mezher Şêxo bal kişand ser komploya navneteweyî û got, "Ez dikarim bibêjim ku koka komployê ji sala 1996’an li ser Rêber Apo destpê kiriye. Ev jî bi teqîna ku Lubnanê çêbûye.  Rêber Apo dema xwest hemû Kurdistanî bike yek dest, komployê destpê kir. Ji ber vê yekê yek ji armanca komployê ev bû ku pêşîgirtina li yekbûna gelê Kurd bû. Di sala 1998’an jî carek din ketin nav liv û tevgerê da ku Tegera Azadiyê têk bibin. Komploya navneteweyî ku di nav de wek Îsraîl, Emerîka, Rusya û dewletên di Rojhilata Navîn de wek Misir, Qeter û gelek dewletên din bêhtirî 20 welatên hundir û derve jî cih girtin.”

Li ser sedema girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mezher Şêxo got, "Îdeolojiya Rêber Apo roj bi roj mezin û berfireh dibû. Her wiha Rêber Apo, şopa xwe li seranserê Rojhilata Navîn hişt. Roja ku Rêber Apo hat girtin wê rojê em ranezan, em man heta roja din. Rastî jî bandora Rêber Apo pir li gelê Kurd hebû. Ji wê demê gerîla ketin nav tevgerê û çalakî pêk anîn. Rojeva cîhanê giştî li ser girtina Rêber Abdullah Ocalan bû. Rêber Apo di girtigehê de jî perspektîf ji bo gelan û gelê xwe rê kir û got, ‘xwe bikin yek û li hember dijmin serî netewînin’.  Ez di dawî de jî wek kesekî ku Rêber Apo dixwînim û nas dikim dibêjim, Rêber Apo tovek çand. Ji ber wê jî Kurd her hebin û li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan jiyanê ava bikin."