YPJ: Em pêngavê bi ser bixînin, Rêber Apo azad bikin

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê got, "Em pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi hev re bi ser bixînin."

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPJ'Ê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi minasebeta salvegera 26’emîn a komploya navnetewî ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 5’emîn salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Girêspî û Serêkaniyê (9 Cotmeh 2019), her wiha salvegera peymana li dijî Şengalê (9 Cotmeh 2020), daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî li ser malpera YPJ’ê hat belavkirin û komploya navneteweyî û êrişên dagirkeriyê bi tundî hatin şermezarkirin. 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocalan, gel, jin û azadîxwazên cîhanê ev 26 salin li dijî komployê berxwedaneke bêhempa dimeşînin û di kesayeta şehîdên çalakiya “Hun Nikarin Roja me Tarî Bikin” de hemû şehîdên şoreşa azadiyê hatin bibîranîn; têkoşîna gel, jinan û hemû derdorên şoreşger hat silavkirin. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka sedsala 20’emîn ve hêzên faşîst ên netew-dewlet, gelê Kurd bênasname, bêdîrok, bêçand û bêziman hiştiye, peymanên parçekirina Kurdistanê yên weke Sykes-Picot, Sewr û Lozanê îmze kirine û polîtîkayên qirkirinê xistin meriyete, komkujî, komplo pêk anîne, planên asîmîlasyonê meşandine.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, li hemberî van qirkirinan têkoşîneke mezin daye destpêkirin û wiha hat gotin: “Rêbertiya me rewşa giran tehlîl kir. Li beramberî vê yekê şoreşa şiyarkirin û rêxistinkirinê da meşandin. Di encama keda Rêbertî ya salên dirêj de hebûna gelê înkarkirî dubare hate qezenckirin.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal in jî kêlî bi kêlî li hemberî komplo û sîstema Îmraliyê, di asta lûtkeyê de têdikoşe û wiha hat domandin: “Tevî hemû kiryaran ji, rêyên çareserî û aşitiyê pêşkêş dike. Bi vê sekna xwe armanca komployê deşîfre kiriye, pergala komploger a sermayedar bi hemû rûyên wê yên nepenî derxistiye zanebûnê û li dijî wê têkoşîneke xurt a îdeolojîk, polîtîk dimeşîne. Sekneke berxwedêr û têkoşîner a bêmînak raber dike. Îmralî zîvirandiye navenda şerê bingehîn.”

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku sermayedariyê hedef kiriye gelan bêhêvî, bê îdeolojî, pergal û parastin bihêlin, lê gel ji felsefeya Apoyî hêz û îlham digirin û hat gotin: “Rêbertiya me bi sekn û xeta xwe ya berxwedanê, hemû sînor û astengiyên heyî şikandine û xwe gihandiye cîhanê. Lewma le her derê gelên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meydanan tije dikin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî hemû serlêdanên parêzer, malbat, her wiha çalakiyên gelê Kurd û dostên xwe jî ev 36 mehin ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha hat domandin: “Cezayên di bin navê dîsîplînê de li ser Rêbertiyê pêk tînin. Bi vê yekê re dixwazin pêşiya qanûna Mafê Hêviyê bigirin û di raya giştî de vê yekê rewa nîşan bidin.”

Di domandina daxuyaniyê de hat gotin ku pek perçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di 9’ê Cotmeha 2019’an de bi erêkirina hêzên hegemon dewleta faşîst a Tirk êrîşeke hovane li beramberî Girêspî û Serêkaniyê pêk aniye û wiha domkirin: “Li beramberî van êrîşan gelê me û şervanên YPJ-YPG bi qehremanî bedena xwe kirin sîper û canê xwe feda kirin. Bi sedan ji gelê me yê Ereb û Kurd di encama bombebarana hovane ya rejîma faşîst ya Tirk û çeteyên wan de şehîd bûn. Li Girêspî û Serêkaniyê ku îro di bin dagirkeriyê de ye, rojane bûyerên binpêkirina mafan, tecawuz, revandin û kuştin, guhertina demografya ku suçên mirovahiyê ne, pêk tên.”

Hat bibîrxistin ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de jî peymanek dijî Şengalê hatiye îmzekirin û gelê Şengalê jî têkoşînek mezin dijî wê meşandiye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em weke hêzên YPJ’ê, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin, dawî li dagirkeriyê bînin û parastina nirxên jinan û gelan li herêmê misoger bikin, bi paradîgmeya Rêber Apo têkoşîna xwe bi berdewam dimeşînin û xwedî wê soz û îdeayê ne ku em serkeftin û azadiyê diyarî gelan bikin. Li ser vê bingehê em dubare berxwedan û têkoşîna Rêber Apo, şervanên azadiyê, gelên Kurdistanê û cîhanê yên ji bo azadiyê silav dikin û bang li jinan û gelên azadîxwaz dikin ku em bi hev re hemleya ‘Azadiya fizîkî ya Rêber Apo’ bi serketinê tacîdar bikin."