TEV-ÇAND Ewropa: Çand û hunera Kurdî hedef tê girtin

TEV-ÇAND Ewropa, binçavkirina hunermendên Kurd Helîm Arslan (Omerî) û Azad Bedran Kizilkar şermezar kir û diyar kir ku çand û hunera Kurdî hedef tê girtin.

Hunermendên Kurd Helîm Arslan (Omerî) û Azad Bedran Kizilkar 7’ê Cotmehê di saetên sibehê de li Amedê bêyî hincet nîşan bidin hatin binçavkirin.

TEV-ÇAND Ewropa, binçavkirina hunermendên Kurd şermezar kir û wiha got: “Di bin pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê de hewldanên komkujıya li ser hebûn û çanda Kurdî her ku diçe bi polîtîkayên neyarane ketiye merhaleyekî nû. Tecrîda li ser Serokatî hatiyê kûr kirin îro bi gefên li ser hebûna Kurdeyetî û Kurditiyê de vediguherin zulmekî bênavber. Destpêkê bêtehemuliya li ser vîna Kurdan îro veguheriye bêtehemuliya li hember zimanê Kurdî, dîlana Kurdî û her cûre hîmên Kurdewarî. Duh jî ew polîtîkayên tunekirinê bi binçavkirina hunermendên Kurdan re hat berdewam kirin.”

AVAKIRINA RONAKBÎRIYÊ MÎRATEYA ME YE’

TEV-ÇAND’ê diyar kir ku gele Kurd her awayî bi polîtîkayên faşîzmê re rû bi rû maye û wiha got: “Taritiya herî dijwar de hewldana avakirina ronakbiriyê mirateya me ye. Ew êrîşên îro li ser hebûn û çanda Kurditiyê tê kirin de vê bersiva xwe di vê rastiyê de bibine. Faşîzma ku hewldide qirkirina çandî şênber bike çanda ku bi giyana mezpotamyayê re xwe şîn kiriye de vê bifetise. Em dizanin ku her cûre hewldanên tepisandina çand û hûnera Kurdî,  vê berxwedêriya demê re biqelibe û bê encam bimîne. Ji ber vê yekê em mebestên hemû êrîşkariyên li ser çand û hunera Kurdî dizanin û dubare raber dikin, di şexsê hunermend Azad Bedran û Helîm Omerî de ya ku tê hedef girtin çand û hunera Kurdî ye. Her wiha hunermendên ku di xeta gelê xwe de israr dikin wekî Koma hevra û hwd. her tim tên hedef girtin.

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ NÇM’Ê DIJMINAHIYEK BÊSÎNOR RABER DIKE’

Faşîzm aliyekî de ji hevkarê xwe re yên ku qaşo Kurdî distêrin û bi dewletê re ne her dem arenayan û qadan vedike û aliyekê de jî hunermendên NÇM’ê re dijminahiyek bêsînor raber dike. Em wan hewl danan şermezar dikin û bang li hemû eniyên hunersaz dikin ku bibin xwedî helwestek bibandor. Carek din divê bê zanîn ku yê ku ji dîrokê re xwe binexşîne sekna berxwedêriyê ye û ew ê her dem jî xwe bidomîne.”