KONGRA-GEL: Armanca me azadiya Rêber Apo ye

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di salvegera 26'an de bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku di sala nû ya li dijî komployê de wê tecrîd bê şikandin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL têkildarî salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li dijî komployê di sala têkoşînê ya 27'an de weke gel û tevger li gel dostên xwe wê berê xwe li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Daxuyanî bi vî rengî ye: "Di salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an de em hemû hêzên ku di nava komployê de bûn bi tundî şermezar dikin. Komplogeran di şexsê Rêber Apo de xwestin paşeroja gelê Kurd û hêviya azadiyê tine bikin. Lê belê partiya me PKK û gelê me yê welatparêz li dora Rêber Apo civiyan û ev plana bêxêr têk birin.

Di şexsê hevalên Halît Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan û Mehmet Gul de ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dijî planên komplogeran li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û bûn pêşengên fedaî yên Rêber Apo parastin, hemû şehîdan bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi armanca wan re dubare dikin.

Hêza ku di şerê cîhanê yê yekemîn de cografya Kurdistanê parçe kir, di peymana Lozanê de gelê me tine hesiband û radestî polîtîkayên îmha û înkarê ya dewleta Tirk a qirker kir û vê piştgiriya xwe hîn jî dewam dike, aqlê navenda sîstema modernîteya kapîtalîst e.

Gelê Kurd ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hate parçekirin û bi polîtîkayên înkar û îmhayê tinekirin li ser hate ferzkirin, bi têkoşîna destanî ya Rêber Apo bi nasnameya 'Kurd ê azad' xwe ji nû ve afirand û li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêşketinên mezin pêk anî.

Rêber Apo, gelê Kurd ê ku bi polîtîkayên hevpar ên dewleta Tirk a mêtinger û modernîteya kapîtalîst li ber tinekirinê bû, rizgar kir û ji ber ku gihand cihekî ku ji gelan û bindestan re bû hêvî û ji ber ku planên herêmî yên îmha û înkarkirina Kurdan têk bir, bû hedefa hêzên modernîteyê.

Weke gava destpêkê ya plana tepisandina daxwaza azadiyê ya gelên herêmê û bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin re jinûve herêm bê dîzaynkirin, li dijî Rêber Apo komploya navneteweyî hate kirin.

Aqlê ku komploya 9'ê Cotmehê plan kir û bi cih anî û aqlê ku bi peymana Lozanê polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Kurd ferz kir heman aqil û navenda stratejîk e.

Ev pêvajoya ku bi komploya li ser Rêber Apo destpê kir, bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, bihara Ereb, bi hilweşînên ji ber DAÎŞ û versiyonên wê yên selefî yên din ên li serê gelên herêmê kirin bela, bi şerê ku Tirkiye li her qadê li dijî gelê Kurd dimeşîne, bi şerê Îsraîl-Fîlîstîn-Îran-Hîzbûllahê di çarçoveya şerê cîhanê yê sêyemîn de belav dibe.,

Rêber Apo di parêznameyên xwe de got, 'Komploya navneteweyî çavên min li hemberî modernîteya kapîtalîst vekir, kir ku rastiya modernîteyê hîn bi kûrahî bibînim'. Vê tespîta dîrokî kir ku Rêber Apo bikeve nava lêgerîna li paradîgmayeke alternatîf. Di encama kûrbûneke xurt de paradîgmaya modernîteya demokratîk (sîstema neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk) afirand û bi vî rengî bersiv da komplogeran û planên wan têk bir.

Rêber Apo got, parêznameyên min li ku bin ez li wê derê me. Paradîgmaya wî ya xwe dispêre civaka ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê bi Şoreşa Rojava re kete meriyetê. Şoreşa Rojava ku gel û baweriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha azadî û wekheviyê tevlî bûne, li tevahiya cîhanê deng veda. Rêber Apo ku bi komploya navneteweyî re tinekirin lê hate ferzkirin, bi paradîgmaya xwe ya azadiyê re li tevahiya cîhanê belav bû.

Belavbûna fikrên Rêber Apo bi sîstema tecrîda mutleq a li Îmraliyê ve yekser girêdayî ye. Sîstema Îmraliyê ku ji aliyê komploya navneteweyî ve hate afirandin, nîşaneya şênber a polîtîkayên hevpar ên dewleta Tirk û hêzên modernîteyê yên li dijî gelê Kurd e.

Çawa ku li Tirkiyeyê hebûna gelê Kurd tê înkarkirin û bi her awayî ji maf û hiqûqê bêpar tê hiştin, Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo jî li Îmraliyê ji her cûre maf û hiqûqê bêpar tê hiştin. Li girava Îmraliyê hiqûqa neteweyî û navneteweyî bi cih nayê anîn, bi temamî ji polîtîkayên kêfî yên faşîzma AKP-MHP'ê re hatiye hiştin.

Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku diyar kir darizandina Rêber Apo li gorî hiqûqê nîne û divê jinûve bê darizandin û biryara li ser 'mafê hêviyê' ji aliyê dewleta Tirk ve bi cih nayê anîn. Li gel vê yekê jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di nava deh salên derbasbûyî de ti pêkanîn li dewleta Tirk ferz nekir û ji ber vê toleransê jî sîstemeke ku hiqûq tê de nîne li Îmraliyê hate avakirin.

Li girava Îmraliyê ji ber ku hiqûq nîne hevdîtinên qanûnî yên malbat û parêzeran nikarin bêne kirin. 43 meh in agahî ji Rêber Apo û sê hevalên din ên li giravê nayê wergirtin.

Ji ber vê yekê Pêngava azadiyê ji aliyê dostên Rêber Apo ve sala bihurî li hemû cîhanê bi dirûşmeya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' hatibû destpêkirin. Ev pêngava ku salek li pey xwe hişt, ji aliyê gelê me ve hat destekkirin û rê li ber pêşketinên girîng vekir.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev 10 sal in biryarên DMME’yê bi cih neanî, di civîna xwe ya Îlona bihurî de ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê salek dem da. Diviyabû ji bo biryarên dadgehê yekser bên bi cih anîn, daxwazên şênber bikirana.

Sala 26'an a komploya 9'ê Cotmehê bi dawî dibe û em dikevin sala 27'an a têkoşînê. Bi heman awayî Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku ji aliyê dostan ve hatiye destpêkirin, dikeve sala xwe ya duyemîn.

Ev pêvajoya ku erdnîgariya Rojhilata Navîn vediguhere xeleka ji agir, pêvajoyeke ku hem şer hem jî çareserî bi hev re bi pêş dikeve. Ji ber hilweşîn û têkçûna giran a aboriyê ya ji ber şerê topyekûn ê tê meşandin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê jî di nava pêvajoyeke hilweşîna siyasî de ye.

Ji ber vê yekê jî sala 27'an a têkoşîna li dijî komploya 9'ê Cotmehê wê bibe saleke têkoşînê ku tecrîda li Îmraliyê bişkîne û pêvajoya azadiya Rêber Apo bide destpêkirine. Weke gel û Tevger, em ê bi hemû pêkhateyên Tevgera Azadiyê û dostên xwe re ji bo azadiya Rêber Apo seferber bibin. Hemû xebat wê li ser vê bingehê bên meşandin.

Bi jiyanîkirina 'Paradîgmaya Azadiyê' ya Rêber Apo, yanî di qada civakî de avakirina sîstema xwe ya rêxistinî, di heman demê de şertê bingehîn ê serketina pêngava azadiyê ye. Ji ber vê xebatên ku wê li ser esasê avakirina civakê bi pîvanên neteweya demokratîk pêk bên, di vê pêvajoyê de wê xebatên stratejîk ên herî bingehîn be. Xebatên avakirinê û pêngava azadiyê bi hev re meşandin, kilîta serketinê ye.

Li ser vê bingehê ji bo têkoşîna li dijî komploya navneteweyî di sala 27’an de, bibe sala têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê û îxaneta Barzaniyan û bi armanca bibe sala azadiyê, em ji gel û dostên xwe re serketinê dixwazin."