FEDA: Canê me Halîl Ateş çû ber dilonaviya Heq

FEDA’yê ragihand ku Halîl Ateş ê welatparêz çûye ber dilovaniya Heq û got: "Em ê daxwaz û xeyalên wî pêk bînin."

Federesyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de got: "Nirxekî me yê din çû ber rehma Heq. Ji ber koça canê xwe yê bi biryar û dilsozê doza xwe em gelekî xemgîn in. Mezinê me Halîl Ateş ê dilsozê xaka xwe, pîroziyên xwe, baweriya xwe û nirxên xwe, çû ber dilovaniya Heq."

Berdewama daxuyaniya FEDA’yê bi vî rengî ye:

"Hevrêyê me Halîl Ateş jî ji Plana Çewisandinê ya MGK’ê ya di sala 2014’an de û ji tasfiyekirina siyaseta demokratîk de para xwe standibû. Ew jî piştî derewa derbeya 15’ê Tîrmehê girêdayî zext û zilma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd û Elewiyan, neçar mabû ku xaka xwe biterikîne û berê xwe bide Elmanyayê. Çawa ku tê Elmanyayê tevî temenê xwe yê mezin jî cihgirtina di nava têkoşînê ji bo xwe weke wezîfeyekê dît. Hem di warê siyasî de hem jî di warên civakî, çandî û baweriyê de bi ked û fedekariyeke mezin hewl da erk û wezîfeyên xwe bi cih bîne.

Virûsa Covîdê ya di sala 2021’an de  gelekî bandor lê kir û li pêşiya çalaklbûna wî bû asteng. Lê belê tevî vê nexweşiya giran jî ew hemû caran xwedî li ziman, nasname, bawerî û çanda xwe derket û tu caran ji vê sekna xwe tawîz neda. Birayê me Halîl ji aliyê kesên Dergah û derdora Komelê ve gelekî dihat hezkirin. Em gelekî xemgîn in ku me canê xwe Halîl bi saxî neşand li xakên ku gelekî jê hez dikir.  Em soz didin ku li hemberî înkar, bişaftin û qirkirina zîhniyeta neheq têkoşînê mezintir bidin meşandin û em ê daxwaz û xeyalên wî pêk bînin."