Argumana nû ya otorîteriya AKP’ê: Ewlehiya cemawerî

Argumana nû ya otorîteriya AKP’ê: Ewlehiya cemawerî

Hikûmeta AKP’ê li gel êrîşên dagirkirinê yên çeteyan a li dijî Kobanê, pêla girtin û binçavkirinê jî daye destpêkirin. Bi taybet ji serê meha Cotmehê heta niha di binpêkirinên mafan û binçavkirinan de zêdebûnek heye.

Li gorî rapora binpêkirina mafan a Komeleya Mafê Mirovan  ku Bakurê Kurdistanê digire nav xwe, di 9 mehên îsal de 13 hezar û 396 binpêkirinên mafan pêk hatine. Di nava heman demê de 155 zarok bi giştî 1437 kes hatine binçavkirin.

Dema ku li vê bîlançoyên Tirkiyeyê û binpêkirinên mafan ên meha Cotmehê jî lê zêde bibe, tê dîtin ku di êrîşên ji alî dewletê ve pêk tên de zêdebûnek pir mezin heye.

Li gorî ÎHD’ê tenê di meha Cotmehê de bi çalakiyên piştevaniya bi Kobanê re 42 kesî jiyan xwe ji dest daye, 56 jê zarok 1128 kes hatine binçavkirin. Ji van 34 jê zarok 221 kes hatine girtin. Di nava heman mehê de herî kêm 801 kes hatin birîndarkirin. Di meha Cotmehê de di heman demê de pêkanên OHAL’ê pêk hatin. Li 3 bajar, 4 navend  û 21 navçeyî qedexeya derketina kolanê hat îlankirin.

Binçavkirin û binpêkirinên zêde bûne, demên zextxwarî yên dema hevkariya hikûmeta AKP’ê û cemaata Fetullah Gulen tîne hişê mirovan.

Di 2009’an de piştî serkeftina hilbijartinên herêmî ya partiya Kurd operasyonên KCK’ê hatin destpêkirn û ev jî operasyona binçavkirinê ya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê bû.

Siyasetmedar, hilbijêr, rojnameger, parêzvanên mafê mirovan, rewşenbîr, akademîsyen, xwendekar, parêzer, aktîvîstên jin, zarok bi pêkanên kêfî hatin girtin.

Di navbera 2009-2011’an de li gorî parêzvanên mafê mirovan 27 hezar û 503 kes hatine binçavkirin, ji van jî 6 hezar û 444 kes hatine girtin. Tenê di 2011’an de 12 hezar û 600 zêdetir kes hatin binçavkirin.

Di salên 2013-2014’an de ji ber pêvajoya bêpevçûnê ya tevgera azadiya Kurd daye destpêkirin kêm binpêkirin hatine jiyîn. Li gel vê pêvajoyê, jî zextên dewletê rê li ber fikaran vekir.

Di 2011’an de li Bakurê Kurdistanê  29 hezar û 366 binpêkirinên mafan, 2013’an de 7 hezar û 246 binpêkirin hatin tespîtkirin. Li gorî vê tabloyê di 9 mehên destpêkê yên 2014’an ev binpêkirin du kat zêde bûne. Hikûmeta AKP’ê di bi navê ‘êwlehiya cemawerî’ de rejîma otorîter li pêvajoya çareseriyê ferz dike û ev jî rastî bertekên tund tê.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di meha Cotmehê de daxuyaniyek da û wiha gotibû:

“Divê kesek ji mal, kargerî, kolanê neyê girtin.Divê li dijî hewldanên binçavkirinê berxwedan bê dayîn û ev berxwedan tenê ne li navçe û bajarekî divê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê bê pêşxistin. Divê gel bertekên tund nîşanî binçavkirinan bide, yê hewl tên dayîn bên girtin jî bila biçin cihên bi ewle. Şaşiyên di operasyonên KCK’ê de hatin kirin divê li vir neyên kirin. Divê ne biçin polîs û ne biçin dadgehê.

Di 2009’an de piştî terora leşkerî û polîsiyeyê, vê carê argumana dema Ahmet Davutgolu bû ‘ewlehiya cemawerî’.

Davutoglu di 26’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û ji bo ji zextên hikûmeta ku her diçe otorîter dibe, wek kilif ‘ewlehiya cemawerî’ wek şerta yekem a pêvajoya aştiyê danî holê.

Davutgolu gotibû; “Li ti cihên ku ewlehiya cemawerî tine be, ne mijara gotineye ku pêvajo bimeşe. Destpêkê ewlehiya cemawerî."

Ewlehiya cemawerî bi ewlehiya aştî û cemawerî re karakterîze dibe û dewleta civakî îfade dike. Du cureyên ewlehiya cemawerî hene: Ewlehiya cemawerî ya ku berjwendiyên gel diparêze û  ewlehiya cemawerî ya herî qelsên wan diparêze.

Di beşeke  girîng a Tirkiye û cîhanê de, bi armanca parastina berjewendiyên hinek aliyan, zext û terorîzekirina li ser bindest û qelsan wek ‘ewlehiya qanûnî’ tê îdîakirin.

Feraseta ‘ewlehiya cemawerî’ ya ku hikûmeta AKP’ê ferz dike, di rastiya xwe de bi pêkanînên dij civakî, newekhev û înkarker û nîjadperest naverokê qezenc dike. Ev feraset di demên desthilatdariya AKP’ê de ji pêngavên cuda de derbas dibe û digihêje taybetiya xwe ya îro.

Recep Tayyîp Erdogan ku di 2002’an de hat desthilatdariyê û di navbera 2002 û 2007’an de ‘çiraxtî’, di navbera 2007-2011’an de ‘kalfatî’ û piştî Hezîrana 2011’an jî wek dema hostetiyê dide nasîn.

Di dema çiraxtî û kalfatiyê de AKP’ê dewletê polîs, îstîxbarat, daraz û artêş girtibû dest û di dema hostetiyê de jî li dijî muxalîfan bikar anî.

Erdogan di dema destpêka hostetiya xwe de Ocalan bi giştî tecrîd kir, operasyonên KCK’ê zêde kir, li dijî gerîlayan ‘senaryoya tamîl’  û  qetilkirina sê şoreşgerên jin xist dewrê.

Di vê dema nû de jî piştî bûyerên Kobanê hikûmeta Tirk bi îdîaya ‘ewlehî û azadiyê’, ‘reforma ewlehiya hundir’ anî rojevê û sînyal da ku wê li Tirkiyeyê dewleta polîsan zêdetir saz bibe.

Ev jî wek tehdîdek mezin li hemberî me disekine. Her wiha ev feraseta ewlehiya cemawerî, li hundir bi binçavkirin, mirin û binpêkirinan dertê pêşberî me û di polîtîkaya derve jî li sînor bi xweşbiniya berfireh ya li dijî çeteyê dijminê mirovahiyê xwe dide der.