Analîzkarên Rûs: ‘Rûsya ji Erdogan bawer nake’
Anazlîkarên Rûsya bûyerên rojane yên Sûriyê û pêvajoya siyasî nirxandin û gotin, ‘’Li Bakurê Sûriyê dibe ku Amerîka û Rûsya bi hev re bixebitin’
Anazlîkarên Rûsya bûyerên rojane yên Sûriyê û pêvajoya siyasî nirxandin û gotin, ‘’Li Bakurê Sûriyê dibe ku Amerîka û Rûsya bi hev re bixebitin’
Li Sûriyê li gel kaosa heyî her wiha atmosfereke tije ya bi rojeva leşkerî û dîplomatîk jî heye. Bi taybetî piştî ku ti encam ji Civînên Astana û Cinêvê yên ku bi pêşengiya Rûsya û DYA’yê dest pê kirin nehat standin, ev rewş hem kaosa li herêmê girantir dike û hem jî îhtîmala çareseriyê jî ji holê radike. Analîzkarên ji qadên cihê yên Rûsyayê ku Sûriyê û geşedanên rojane yên herêmê dişopînin rewşa dawî ya Sûriyê û êrîşên Tirkiyê yên bi ser Efrînê de ji ajansa me re nirxandin.
‘KURDÊN SÛRIYÊ STATÛYÊ DIXWAZIN’
Pisporê fona Çanda Stratejîk Andrey Areşev diyar kir DYA û Rûsya xwedî rojevên cuda ne lê Kurd jî ji bo berjewendiyên xwe xwedî rojevekê ne û got: ‘Li Rûsyayê rojeva sereke Sûriye û Ukrayna ye. Ev du problem diyaloga di navbera Moskow û Washîngtonê de dijwar dike. Di mijara Sûriyê de hin peyman hatine danîn û ev herî pir bi stratejiya guherî ya DYA’yê ya Rojhilata Navîn re têkildar e. Washîngtonê beriya niha sînyal da ku wan polîtîkayên xwe yên radîkal ên li ser Şamê neguhertine. Niha armanca sereke ya DYA’yê ya li herêmê di serî de DAIŞ tinekirina komên terorîst e. Van hêzan ku beriya niha di çûna Esad de rikdar bûn niha heman rikdariyê nakin ev jî nîşana wê ye ku polîtîkaya herêmê guherî ye. Li gel vê guherînê lîderên dewletên ku li ser babeta Sûriyê xwedî gotin in li G20’ê hatin cem hev. Di van hevdîtinan de rewşeke erênî derkete holê lê li qadê ev ê çawa bersiva xwe bibîne bi demê re em ê bibînin. Helbet li Sûriyê hê arîşeyên giran hene. Yek ji van jî ev e ku li qada hewayî ya Sûriyê hê mekanîzmaya koordînasyonê bi asta ku tê xwestin sazkar nabûye. Her wiha têkoşîna Kurdan a ji bo statûyê jî yek ji rojeva girîng e. Tirkiye naxwaze ku Kurd li herêmê xwedî gotin bin. Vê jî her carê ji wan hêzan re ku li herêmê xwedî gotin in dibêje. A girîng ew e ku ev hêz çawa li vê daxwaza Tirkiyê dinerin. Biya min tişta ku niha Tirkiye dixwaze û li ser DYA û Rûsya ferz dke ne polîtîkayên rasteqîn in.’’
‘KURD NE MIHACIR IN’
Alîkarê Serokê Enstîtûya Analîz û Çareseriya Polîtîk Kuznetsov Aleksandr got Beşar Esad û derdora wî ne razî ne ku Kurd li Bakurê Sûriyê bibin xwedî statûyekê û got sedema ku li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser herêmên Kurd de bêdeng dimîne jî ev e.
Kuznetsov Aleksandr got: ‘’Ez dikarim bibêjim ku muxalîfên Sûriyê, alîgirên hikûmetê û derdora nêz a Beşdar Esad jî bi metirsî li statûya Kurd a li bakurê Sûriyê dinerin. Helbet çend sedemên vê hene: Ye pêşî; li Reqayê û derdorê rezervên mezin ên petrolê hene û her wiha herêmê mezintirîn sektora çandinî û sewalkariyê ye li herêmê. Heke Sûriye van deran ji dest bide wê naçar bimîne ku petrolê îthal bike û ev jî ji bo welêt wê pir ne baş bibe. Ya dî; tê gotin piraniya Kurdên Sûriyê di 40 salên dawî de ji Tirkiyê hatine û mihacir in. Ji bo vê jî dibêjin nikarin behsa xweseriyê bikin. Lê ev rastiya ku ev xak welatê Kurdan e naguherîne û ne rast e ku mirov weke ku mihacir in bin li wan binere. Ya dî jî; li rojhilatê bakurê Sûriyê Elewî, Durzî, Sinnî Bedewî dijîn. Ev ji Sinniyên Şam û Helebê pir cuda ne. Xwedî dinyayeke resen in. Heke ew jî ji bo xwe tiştekî bixwazin wê demê wê kengî dawî li van geşedanan were.’’
Di van hemû mijaran de nêzîkatiyeke biendaze heye. Ji niha ve piraniya siyasetmedarên Sûriyeyî zimanê Kurdî, organên çapemenî, weşanê yên Kurdî qebûl dikin lê Kurd statûyeke polîtîk dixwazin. Ev mijareke pir tenik e. Ez bawer nakim ku îsal li Sûriyê çareseriyeke polîtîk pêk were. Di kontrola rejîmê de sînordar jî bin wê hin herêm hebin. Dibe ku herêma Kurdan jî li vê were zêdekirin. Heke rejîm xwedî fikreke wiha be biya min ev ê şaş be. Ji ber ku ev ê bi xwe re çareseriyeke domdirêj neyîne û siberojê wê rê li ber kêşeyên girantir veke. Kêşeya Sûriyê divê bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Bi taybetî jî doza Kurd li herêmê divê bi rêyên aştiyê were çareserkirin. Tirkiye naxwaze ku Kurd li bakurê Sûriyê statûyekê ava bikin. Ji bo vê asteng bike jî hemû derfetan diceribîne. Ev bi dilê Esad e jî. Biya min ev jî lîstiekek taloke ye.’’
‘TIRKIYE LI PEY PROVAKASYONA YE’
Serokê Navenda Lêkolînên Polîtîkayên Sosyal Yavsees Vladîmîr êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê bi provakasyonê bi nav kir û got:
‘’Ti kes nikare êrîşên provaksyonî yên Tirkiyê yên bi ser kantona Efrînê de ji neditî ve were. Ev pir vekirî ye. Tirkiye êrîşê bi ser Efrînê de dibe û dixwaze Rûsya jî dengê xwe dernexîne. Heke em bi bîr bînin ku qada hewayî ya Efrînê ji hêla sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê ve, bi taybetî bi C400’î tê parastin, wê demê em dikarin bibêjin bêyî destûra Rûsya hêzên hewayî yên Tirk nikarin qada hewayî ya Efînê binpê bikin. Bi qasî ku zanim Rûsya destûreke wiha nedaye. Ji vê mirov dikare bibêje ku niha Tirkiye ji operasyoneke berfireh re ne amade ye. Ji ber ku heta destekê ji qada hewayî netsîne û bêyî hêza hewayî operasyoneke wiha nikare serkeftî be. Lê li ser sînor dibe ku hin provakasyonan bikin. Em li dijî van êrîşan nikarin herêmê biparêzin. Lê li dijî operasyoneke berfireh dikarim bibêjim ku em Efrînê diparêzin.
Biya min di hevdîtina Pûtîn û Trûmp de astengkirina êrîşa Tirkiyê ya bi ser kantona Efrînê de hatiye gotûbêjkirin. Ev ê çawa bibe niha em nizanin. Lê mînaka Minbicê heye, Rûsya û Emerîkayê herêma tampon danîn û vê jî kir ku hêzên Tirk nikaribe bi ser hêzên Kurd de were. Dibe ku li Efrînê jî tiştekî wiha çêbibe. Lê rewşa jeopolîtîk a kantona Efrînê cuda ye. Tirkiye ji xeynî Efrînê bi Idlîbê re jî sînorê xwe heye. Tirkiye di ser Idlîbê re dibe ku bikeve hewldana provakasyonê li dijî kantona Efrînê. Heke êrîşeke wiha hebe li dijî vê rawestandin wê ji bo Rûsya jî û Emrîkayê jî dijwar be. Divê hazirî ji bo vê werin kirin. Ez bawer dikim ku li herêma Efrînê Rûsya û Emerîka kengî jî be wê bi hev re bixebitin. Ji ber ku herdu hêz jî destûrê nadin ku dewleta Tirk êrîşê bi ser kantona Efrînê de bibin û her wiha hebûna Tirkiyê ya li wir qebûl nakin.’’
‘RÛSYA TAWÎZÊ NADE TIRKAN’
Heke em di sêgoşeya Rûsya, Îran û Tirkiyê de rojavayêbakur ê Sûriyê binirxînin, em dikarin bibêjin ku li vê herêmê Tirkiye ji Îranê çalaktir e. Ji ber vê jî dema ku em behsa herêmên bê şer dikin, ji bo ku mijar baştir were fêhmkirin divê mirov balê bikişîne ser peymana di navbeyna Rûsya û Tirkiyê de. Dema ku Erdogan hatî Rûsya peyman hate danîn ku li herêmê şer çênebe. Ev hevkariya Rûsya û Tirkiyê nîşan dide. Tirkiye peyman bi cih neanî û dawî li rewşa bê şer anî. Li Sûriyê em nikarin hebûna Îranê ji nedîtî ve werin lê dema ku mijar herêmên bê şer ên li rojavayêbakur ê Sûriyê bin, wê demê hevkariya Rûsya û Tirkiyê girîng e. Heke em li ser Sûriyê giştî binerin bandorke wê ya wiha nîn e. Li ser operasyoneke pêkan a Idlîbê Rûsya dixwaze karta Tirkiyê di dest xwe de bigire. Ji ber vê jî li şûna ku bi Tirkiyê re rasterast bikeve rewşqa restê li rêya lihevkirinê digere. Lê ez bawer nakim ku di mijara Efrînê de Rûsya gav bi paş ve bavêje.’’
‘RÛSYA JI ERDOGAN BAWER NAKE’
‘’Ez dibêm qey daxwaza Rûsya bi rêya Sergeî Şoygu ragihandin Recep Erdogan. Nerehetiya Erdogan a ji daxwazê li Astanayê diyar bû. Niha wê pêvajoyeke dî ya hevdîtinê dest pê bike û biya min li ser Efrînê wê hevkariya Rûsya û Emerîkayê zelal bibe. Heke em rewşa azadbûnê ya Reqayê, serkeftina artêşa Sûriyê, pêşveçûna li Dêrazorê wê werin nirxandin û zelal bibe. Ji ber ku hevdîtina 5. a li Astanê ne baş bû nayê wê maneyê ku ya 6. jî wê ne baş be. Rewşa Qetarê wê bandorê li vê bike ji ber ku Tirkiye destekê dide Qeterê. Bandora vê wê çêbibe ji ber ku hêla dijber Siûdî ye û li Sûriyê hêzên bi ser Siûdî ve hene. Ev nakokî wê bandorê li helwesta Tirkiyê bike. Ya dî jî Tirkiye ji hêla aborî ve pir qels e û li ser razemîniyên derve li ser piyan e. Rûsya ji Erdogan bawer nake û neçar e ku pê re hevkar be. Biya min niha li Sûriê hêza herî diyarker Rûsya ye û lê ew jî nikare her tiştî çareser bike. Ji neçarî bi Erdogan û Tirkiyê re hevkariyê dike. Heke em objektîj bin ne ji vê hevkariyê be em nikarin Helebê jî di dest de bigirin. Lê ji bo azadkirina Reqayê pêdivî bi vê nîn e. Rewşa Reqayê cuda ye.’’