Analîzên Ocalan ên li ser HDP’ê

Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê re ji bo HDP'ê gotibûn, "Wê partiyê têk bibin." Ev yek nîşan dide ku yekane partiya mûxalefetê HDP ye. Bloka faşîst jehr be, HDP jî jehrkuj e. Yê ku herî xweş ev yek anî ziman Ocalan e.

Tirkiye di 24’ê Hezîranê de hilbijartineke giring pêk tîne.

Taybetiya herî girîng a vê hilbijartinê ew ku faşîzm, di di şexsê kesayetiyekî de ber bi sazûmaniyê ve diçe. Gavên vê pêvajoyê, hem ji aliyê hiqûqî (bikaranîna dengên bê mohr hwd.) ve, hem ji aliyê xwe yê şoven-faşîst (pêla nijadperest a bi dagirkeriya Efrînê re hatî afirandin û hwd) ve, ji zû ve hatiye amadekirin. Bi zanebûn dijbertî, neyartî, nêrîna siyaseta cuda û cihêkariyên di navbera baweriyan de diafirînin. Li ser vê siyasetê dixwazin xwe rewa raber bikin û li ser desthiladariyê bimînin; rantxurî û hêzdarbûnê bidest bixin. AKP ku hevgirteya çewtiyan e, îro weke garantorê şer û dijminatiya gel hebûna xwe didomîne. Ji ber vê yekê hemû derdorên din ên faşîst bêyî zehmetî, dikêşe nav xwe.

Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê re ji bo HDP'ê gotibû, "Wê partiyê têk bibin." Ev yek nîşan dide ku yekane partiya mûxalefetê HDP ye. Bloka faşîst jehr be, HDP jî jehrkuj e. Yê ku herî xweş ev rastî anî ziman Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Heta ku neyê fêmkirin bê HDP li ser kîjan hêz û encamên civakî, siyasî û felsefîk ava bûye, wê girîngiya wê neyê fêhmkirin. Lewma her ku HDP bê fêhmkirin wê eşkere bibe bê AKP xewnreşkeke çiqasî metirsîdar e.

HDP û ligel wê HDK, beriya her tiştî pêkhatina hişmendiyeke hevpar û ji holê rakirina astengiyên li pêşiya afirandina neteweya demokratîk e.

Ji aliyekî ve, yên ku dixwazin bi vîna xwe ya azad di derbarê xwe de bibin mafê gotin û kirinê, gel û rastiya dîroka wan a alîgirê demokrasiyê, ji aliyê din ve desthilatdarên xwedî xeyalên kirêt û ji bo pêkanîna vê her tiştî ji xwe re rewa dibînin û fereseta wan a desteserkar. Pergala kapîtalîst emperyalîst  a serwerê cîhanê, di jiyana civakî de herifînên mezin afirandine û mirovan bi tenê dihêle;  kesan ji ked, nasname wê/î diqetîne, ji civak û xwezayê dûr dixe. Lewre li hemberî vê hewldana serdestan a ku her cure rêxistinbûna civakî ya bihevrebûnê pêk tîne, sazkirina têkoşîn û giyana tevkariya hevpar, gava herî girîng a li hemberî pergal û desthilatdaran e. Cîhana modern a bi sedemên siyasî ji hev hatiye cêwazkirin, dîsa hemû jehrên vê heyamê yên hişmendiya yekperest, faşîst, nijadperest hegemonîk, dixwaze  girseyan bixe nav çerxa modernîteya kapîtalîst û bi bîrdoziyên xemlandî dixwaze vê pergala xwe li civakê bide hebandin, ji vê qet paşde namîne û tim xwe ji nû ve saz dike, bi rû û kesayatên nû hebûna xwe disêwirîne. Bêyî ku em bi dûr ve biçin hema em li netewe dewleta ku em tê de dijîn binêrin. Di serî de xwe ji bilî hevalbend û aligirên xwe, her kesî li dijî xwe radike û li ser vê dijberiyê hebûna xwe didomîne, ji bo daxwaza xwe ya serdestiyê hilweşîn, bişavtin û bê toleransiyên dike û bi vî awayî hewl dide xwe rewa nîşan bide. Çerxeke ku kes bi tenê dihêle, ditirsîne, bênirx dike, ji cewhera wê/î re, ji ked û xwezayê biyanî dike, mêtîngeriyê di kûrahiya giyana wê/î de diçîne û dide hebandin, hatiye afirandin. Ji bo pejirandina vê jî hemû navgînên dewletê weke neferekî dixebitin.

Ramanê HDP/HDK'ê yê xwedî sêwirandina ji ezezêtiyê dûr, piralîhez. Pirçandî, pirrengî, ekolojîk û demokrat hatî sazkirin, roja îro ku dixwazin her tiştî li ser zemîneke otorîter rêkûpêk kirî, bi tundiyê hatî terbiyekirin, kesên cuda bi hêsanî bi qirkirinê re tê derbaskirin de, HDP/HDK, sekn û felseyeke li pêşberê me ne.

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî hatî dîlgirtin, bêyî ku navber bide xebatên xwe, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd, bi ked û fedakariyeke mezin, hîn bêtir xebitî û hilberîn derxist holê.

Mînak di sala 2001’ê de wiha derbirandibû:

"Heke em alîgirên çareserkirina demokratîk a meseleya Kurd bin, em di vê yekê de hevgirtî bin, rê û rêbaza vê divê Tirkiye guhertin û veguhertina demokratîk bijî.  Feraset û pêşketineke ku vê hîm negire, bi vê re nebe yek, lewre bi demokrasiya Tirkiyeyê re nebe yek û lêgerîneke çareseriya kêşeya Kurd, rast nîn e, feraseteke neteweperestiya paşverû ye. Neteweperestiya teng diderbirîne. Lewre ev, xeta bêçareseriyê diderbirîne ye."

Ev gotin îro, nîşaneya herî 'şênber' a 'bihevrebûna gelan' a di kesayetiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) de gewde bûyî ye.

Ocalan ji bo pêşxistina xebatên xwe yên 'çareseriyê' rasteqîneke mîna HDP/HDK'ê, ji bo çareserî û hilbepîna hemû gelan danî holê. Eşkere kir ku xwedî angaştekê ye. Ev angaşt angaşteke têkoşîna hevpar a ku karker, kedkar, penaber, jin, gundî, ciwan, kal û pîr, astengdar, hemû gel û civakên baweriyên hatî dijberkirin û tunehesibandin, qadên jiyana wan hatî hilweşandin e.

Ocalan HDP'ê weke jehrkujê dibîne. Bandora wê ya herî mezin jî ev yek e.

Bawer dike ku divê hemû şoreşger, bindest destên xwe bidin hev, bi hev re diyalogê bikin, vê weke bernameyekê deynin pêşiya xwe û berxwedanê geş bikin. Ji bo vê fikra jehrkujiyê danî holê û bi salan li ser xebitî.

Ber bi sala 2013'an ve, êdî kelecana vî agirê ku bi meşaleya gelan ronî dikir, anî ziman ku; "Min, li se xeta Mahîr Çayan, bi sempatîzaniyê dest bi vê têkoşînê kir. Ev 40 sal in ez cenga xeta Mahîr dikim. Emanetekî ku Mahîr dayî min e û di nava pêvajoya 40 salî de min ev emanet, ji bo cenga wê ya herî baş bikim, bûm xwedî hewldan ku bicih bînim. Niha ez vî emanetî radestî we dikim."

Heman salê, di peyama ji kongreya ku 27'ê Cotmenê pêk hatî re şandî jî derbirand; Hevrêyên me yên Tirkiyeyî, ez bawer im ku wê giyana Kemal, Xeyrî û Mazlûm di vê kongreyê de bijî. HDP, bi qasî biryardariya me ya ku piştî şahadeta Heqî Karer hatî wergirtin xwedî girîngiyeke dîrokî ye." Dîsa raber kir ku şopdarê soza Kemal Pîr ê berxwedêriya zindana Amedê ku bawer dikir wê lêgerînerên rasteqînê civakîbûna xwe biafirînin û bi vê baweriyê li hemberî dadgeha dagirkeriyê gotî; "Sibê wê hejmara me bigihije mîlyonan.".  Derbirînên di manîfestoya Newroza 2003'an de hatî ziman, di heman demê de ji hêla rêbaz û navgînan ve perspektîfa HDP-HDK'ê jî dihundirandin. Heke bê bi bîranîn; "Dem, ne dema nakokî, şer û hev biçûk dîtinê ye. Dem dema tifaq, bi hevrebûn, hev hembêzkrin û hev helalkirinê ye. Firehî, hembêzkariya peyva 'EM' ku di dîrokîbûna vê erdnîgariyê de xwedî cihekî taybet e, di peyva 'YEK' de bi destê çîna jor û bijarte hatiye tengkirin. Dem dema ku peyva 'EM' bi giyan û pratîka wê ya kevin bê dagirtin. Li hemberî yên dixwazin me ji hev biqetînin û bidin şerkirin, em ê yekbûna xwe biafirînin. Li hemberî yên dixwazin cêwaz bikin em ê yekîtiya xwe çêbikin. Yên ku nikarin giyana demê bixwînin, wê bikevin sergîna dîrokê.  Yên ku li hember herikîna avê bask vedijene, wê ber bi sûlavan ve bişemitin."

Ocalan ji bo HDP'ê jî pênaseyek kiribû û armancên wê danîbûn holê.

Ev pênase, beriya her tiştî divê weke 'partiya serhildêriyê' bê diyarkirin.

Armanc  jî 'jîndarkirina demokrasiya radîkal û şopandina wê ye. Encama ku em bi vê yekê bigihênê rastiya 'neteweya demokratîk' e. Çimkî neteweya demokratîk modela herî rast a neteweyê ye ku van nexweşiyan herî kêm dijî. Rêveberiya xwe pîroz nahesibîne. Rêveberî weke diyardeyeke xwerû di  xizmeta jiyana rojane de. Rêberî hêja ye lê ne pîroz e. Fereseta nasnameya neteweyî servekirî ye; weke endametiya ol û mumuntiyeke girtî nîn e. Xwemaliya neteweyekî, ne cudabûnek ne jî kêmasiyekê bi xwe re tîne. Welat, al û ziman ligel hêjabûna xwe pîroz nîn in. Di nav hev de li welat, al û zimanê hevpar, li şûna dijberiyan, bi parvekirinê jiyana gengaz e û di heman demê de pêwîstiyeke jiyana civaka dîrokî ye jî. Bi tevahiya van taybetmendiyên xwe ve diyardeya neteweya demokratîk, alternatîfeke xurt a netewe dewletê ku modernîteya kapîtalîst weke amûrekî şêt ê şer bikar tîne, ji nû ve cihê xwe yê di dîrokê de werdigire.

Di vê wateyê de Ocalan dibêje, "HDP partiyeke gel a tevahiya gelên Tirkiyeuê hemêz dike, hemû kes û derdorên ku pergalê li derve hiştiye, ango derdorên Elewî, çepgir, sosyalîst, Mislimanên demokrat, demokratên lîberal, derdorên xizan ên Tirkiyeyê, kesên bê kar, karker, kedkaran e."

Rista ku HDP'ê jî girtî ser milê xwe eşkere wiha anî ziman:

"Demokratîkbûna Tirkiyeyê û di nava vê de jî çareserkirina meseleya Kurd..."