Analîzên Ocalan ên li ser AKP'ê -2
Ocalan bi rengê sosyo-psîkolojîk nêzî karakterê AKP'ê dibe.
Ocalan bi rengê sosyo-psîkolojîk nêzî karakterê AKP'ê dibe.
Ev tespît ji bo mirovên baldar hişyariyeke mezin e. Sala 2008'an got, AKP partiya herî dewletperest û hikumeta herî bê rehim a şerê taybet e: "AKP'ê dest ji şer berneda; çarçove û asta şer berfireh û giran kir. AKP ji hemû partiyên dewletê yên beriya xwe bêhtir partiyeke dewletê ye, ji hemû hikumetê beriya xwe bêhtir hikumeteke 'şerê taybet' e."
Dibêje, "AKP weke hêza avaker û rêveber a faşîzma Tirk a kesk, partiyeke ku bi desteka hêzên hundir û derve yên hegemonîk bûye desthilatdar."
Her wiha divê ji bîr nebe ku desthilatdarbûna AKP'ê tê wateya serdemeke nû ya hegemonîk a li nava dewletê. "Hegemonya Tirkê Spî ya heyştê salî ya komarê, hêdî hêdî û bi êşeke giran şûna xwe da faşîzma Tirk a Kesk a ku xwe Îslamiya Nerm pênase dike. Bêguman ev rewş nayê wê wateyê ku dewlet bi temamî hatiye bidestxistin. Lê belê ketiye ser wê rê. Li şûna faşîzma Tirkê Spî yê li navenda Enqereyê, faşîzma Tirkê Kesk a ji navenda Konya-Kayseriyê hêdî hêdî vediguhere hêza nû ya hegemonîk a komarê. Ji niha ve bi rengekî vekirî tê plankirin, sala 2023'an ku sala 100. a Komarê ye bi vê hegemonyayê bê pêşwazîkirin."
Em destpêkê bala xwe bidin ser analîzên der barê nêrîna wî ya li Kurdan. Ocalan şîroveyên xwe yên kûr û herî berfireh ên li ser AKP'ê, di notên hevdîtinê de nekir. Di parêznameyên xwe de kir. Bi destnîşankirina karektera sûnî û Tirkîtiyê bal kişand ser polîtîkayên wan ên li ser Kurdan û Kurdîtiyê. "AKP wê taybetmendiya netewe-dewlet a nasnameya Tirk biparêze û bi amûrên îdeolojîk ên Îslamî sûnî wê xurtir bike. Yên ku pirsgirêk nasnameyê bijîn wê Kurd bin. Beşek ji artêşê pê bawer e ku amûrên îdeolojîk Îslamî wê di tepisandin û tinekirina nasnameya Kurd de roleke girîng bilîze, lewma bi vê hêza nû ya hegemonîk re tifaqê dike."
Ocalan bi taybetî destnîşan dike ku hewldanên tasfiyekirina Kurdan wê ji aliyê AKP'ê ve bidomin: "Ji bo nasnameya Kurd di sedema vê hêza nû ya hegemonîk de bê tasfiyekirin rêbazên nû yên komployê tên ceribandin û wê hê bên ceribandin. Ceribandina vê yekê cara yekê bi anvê Hîzbûllah a Tirk (Gelê Kurd jê re dibêje Hîzbul-Kontra) salên 1990'î hate kirin. Mîna ku avakerê JÎTEM'ê Albay Arîf Dogan bi awayekî vekirî anî ziman, Hîzbul-Kontra rêxistineke ku ji aliyê wan ve hatiye avakirin. Her kes pê zane ku di kuştina zêdeyî deh hezar mirovî bi rengê 'kuştinên kiryar nediyar' de rola vê rêxistinê girîng e. Piştî vê tecrûbeyê bi AKP'ê re derbasî qonaxa duyemîn bû. AKP'ê tevî hevalbendên xwe (terîqat-hêzên holdîngê, bi taybetî kontrayê kesk ku bi navê F. Gulan tê nasandin, lê di eslê xwe de DYA ew xistiye şûna kontrayên reş ên nîjadperest) li Kurdistanê modelek tasfiyekirinê destnîşan kir. Amûra bingehîn a rêvebirina vê modelê Îslamiya Sûnî ya Nerm e. Rêxistinbûna kujer a ku dixwaze bixe şûna Hîzbul-Kontra jî, rêxistineke ku mirov dikare jê re Hamas a Kurd bêje. Plana nû ya tasfiyekirinê, rêbazên faşîst ên Tirk ên Spî û Reş ên berê bi temamî li derve nahêle. Bi giranî wan temam dike û li cihê ew lê bê bandor in, ji nû ve sererast dike. Van qadan, li dijî 'terora partî û komelan' bi pênc-şeş beşên girîng; aborî, civakî, çandî-psîkolojîk, leşkerî, siyasî û dîplomatîk dabeş dike û bi vî rengî hê bi rêk û pêk dike. AKP bi rêya Protokola Dolmabahçeyê ya 4'ê Gulana 2007'an ku bi komeke fermî ya fermandarên artêşê re kir (Di navbera Serokwezîr Erdogan û Serokkomarê wê demê Yaşar Buyukanit de hate kirin û biryar hate dayin ku heta mirinê veşartî bimîne) û bi Protokola Washingtonê ya 5'ê Mijdara 2007'an a bi DYA re biryar li ser da, hewl da vê yekê bi lez û bez bixe meriyetê û hê jî hewl dide. AKP, ji bo li Rojhilata Navîn xizmetê ji hegemonya DYA-Îngilîstan-Îsraîlê re bike ji aliyê van her sê hêzan ve hate avakirin. Di berdêl xizmeta xwe ya ji bo vê hegemonyayê de dixwaze para wê bê zêdekirin. Rêya vê yekê jî ew e ku wesayeta artêşê ya li ser bê sivikkirin, li dijî wan darbeyên nû neyên kirin û ji pasta mêtingeriyê ya li Rojhilata Navîn hîn bêhtir parek jê re bê veqetandin."
Ocalan der barê meseleya Kurdan de destnîşan dike ku di bingeha lihevkirina AKP'ê ya bi xwediyên berê yên desthilatdariyê re, tasfiyekirina hebûna Kurdan (rastiya ontolojîk) û azadiya wan (zanebûn û rêxistinbûn) heye: "Desthilatdarî nedibû ku bi rengekî din bê radestkirin. Di bingeha lihevkirina 1925'an a netewperestiya siyonîst û neteweperestiya Tirk de, înkarkirina hebûna Kurdan û tasfiyekirina hêzên serhildêr hebû. Ev lihevkirin di dema AKP'ê de ne tenê hate qebûlkirin, her wiha bi argumanên Îslamî hate xurtkirin û dewamkirin. Bi kurtasî, xala hevpar a her sê hewldanên nîjadperest ên bingehîn (neteweperestiya Tirk a siyonîst, neteweperestiya Tirk a nîjadperest û neteweperestiya Tirk-Îslamî) qirkirina çandî ya Kurdan e. Her sê neteweperestî di hemû mijarê din de li hemberî hev darbeyan bikin û bi rengekî giran li dijî hev têbikoşin jî, li hemberî rastiya Kurdan helwesteke hevpar nîşan didin. Ya ku jê re 'qanûna bronz' a rejîma faşîst tê gotin, ev e."
Li gorî Ocalan, heyşt salên destpêkê yên desthilatdariya AKP'ê gelekî dişibe heyşt salên destpêkê yên CHP'ê (1923-1931). Li herduyan jî rejîma yek partî serdest e.
Gelo pêşdîtinên AKP'ê yên li ser serdema heyî û polîtîkayên dema bê çi ye? Dibêje ku wê karên xwe yên ji bo tasfiyekirina Kurdan bidomîne.
Li gorî Ocalan, hikumeta AKP'ê ne tenê gav bi gav desthilatdariya dewletê bi dest dixe. Her wiha hegemonîk dike. Mîna serdema damezrandina Komarê, di dema hilweşînê de jî bi hegemonîkkirinê dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Di pêvajoya avabûnê de çawa ku hewldana tasfiyekirina Kurdan rê li ber hegemonya faşîst a Tirkê Spî vekir, di pêvajoya jihevketina faşîzmê de jî bi êrîşa dijî nasnameya azad a Kurd re heman hegemonya tê avakirin. Tasfiyekirina Kurdan xala sereke ye ku Komarê ji ronakbîrî û cewhera demokratîkbûnê dûr dixîne. Çawa ku tasfiyekirina Kurdan sedema bingehîn a rûdana neyîniyên li nava Komarê ye, nêzîkatiya berevajî tasfiyekirinê jî rê li ber encameke berevajî vedike. Yanî di serî de demokratîkbûn, pêşketina Komarê li ser bingeheke erênî bi azadiya Kurdan ve girêdayî ye.
Ocalan herî dawî li ser rewşa heyî çend hişyariyan dike. Di şexê AKP'ê de:
Ya yekemîn; destnîşan dike ku AKP li gorî hevsengiyên li nava dewletê meyla xwe diguhere û divê ji meseleya Ergenekonê dersên girîng bên derxistin.
Ya duyemîn; AKP wê li hundir daxwaza aştî û demokrasiyê neke. Lê belê bi mûxalefeteke xurt dikare zexta vê yekê lê bê kirin. Bi taybetî pişta xwe bi dengê Kurdan germ dike û bi israr dixwaze xwe ferz bike. Lê belê eger Kurd nêzîkatiyeke çareseriya demokratîk û aştiyeke watedar nebîne, wê AKP'ê jî bixe rewşa yên beriya wê.
Ya sêyemîn; Eger xwe nede ber çareseriyeke demokratîk a watedar û aştiyeke bi rûmet, wê ti carî ji rêya şerê darbekar-komplogeran nikaribe derkeve. Ji xwe pêvajoya ku em îro dibînin nîşan dide ku rêya hilbijartiye rêya darbe û komployê ye.