Amedî sibê dadikevin kolanan

Amedî sibê dadikevin kolanan

Hevserokê BDP’a Amedê Mehmet Eşref Mametoglu, diyar kir ku sibê ji bo ku qetilkirina du kurdan saet di 13.00’an de dê meşekê pêk bînin.
 

Mametoglu li avahiya BDP’ê daxuyaniyek da û got li gorî giştînameya BDP’ê dê roja yekşemê saet di 13.00’an de meşekê pêk bînin. Mametoglu got dê li ber avahiya BDP’ê bicivin û berbi Parka Koşuyolu bimeşin.

Navenda Giştî ya BDP’ê îro daxuyaniyek da û bang li hemû navend û navçeyan kir ku komkujiya li Geverê protesto bikin.