Amedî: Em xwedî li rûmeta xwe, li destkeftiyên xwe derdikevin

Amediyên ku li dijî darbeya qeyûm li kuçeyan in gotin ew ji bo xwedî li deng, rûmet û destkeftiyên xwe derkevin li ber xwe didin.

Berxwedana Kurdan a li dijî darbeya qeyûm a  li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê kete roja 11'an. Nexasim li Amedê he roj saet 11.00'an gel tê Kolana Lîseyê, piştî 2 saetan çalakiya rûniştinê saet 13.00'an daxuyaniya çapemeniyê dide û çalakiyê diqedîne.
Amediyên ku ji ANF'ê re axivîn, gotin ew li vîn û rûmeta xwe xwedî derdikevin û ew ê vê bidomînin.

'EM QADAN BERNADIN'


Arîfe Kardaş got heta ku ew şaredariyên xwe bistînin ew ê çalakiyên xwe bidomînin 3u her ku diçe ew hêrsa wan zêdetir dibe. Kardeşa got wan dengê xwe nedane AKP'ê, dane Selçûk Mizraklî lê AKP'ê  çavnebarî li vê dkiriye û şaredarî dagir kiriye. Kardaş got, ''Em ê her roj çalakiya xwe bidomînin. Çi qasî êrîşê tînin bila bînin, bila zexta psîkolojîk bikin lê em ê dîsa qadan bernedin.''

Ismaîl Uzmez jî got, 'Heta ku qeyûm biçin em ê li vir li ber xwe bidin. Polîtîkayên ku AKP layiqî me dibîne jî polîtîkayên qeyûm in. Em ê li Wan, Mêrdîn û Amedê li dijî êrîşan berxwedaniya xwe bidomînin.''

'EM QEYÛM NAS NAKIN'

Şeymus Çakir jî got, ''Me dengê xwe da Selçûk Mizrakli û me ew kire şaredar. Niha şaredarê me ew e. Em qeyûm nas nakin. Şaredarê me Mizraklî ye. Êrîşê tînin ser vê berxwedana me. Ev êrîşên wan êrîşên faşîst in.''

'GELÊ ME DIVÊ LI DESTKEFTIYÊN XWE XWEDÎ DERKEVE'

Safiye Akdag jî got, ''Di serî de dayikên me, gelê me li şaredariyên xwe swedî derdikeve. Em hêzeke mezin ji dayik, yixtiyarn û ciwanên xwe distînin. Bi giştî banga me ewe ku li vîna xwe xwedî derkevin. Bila li rûmet û destkeftiya xwe xwedî derkevin.''