Aloziya navbera Berlînê û rejîma Erdogan girantir dibe

Serokwezîra Elman Merkel peyaman dide, ku wê siyaseta xwe ya li dijî Tirkiyeyê girantir bike. Tê payin, Berlîn pêkanînên xwe yên li ser rejîma Erdogan zêdetir bike.

Di navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan de, van rojên dawî krîzên nû rû dan. Serokwezîra Elman Merkel peyaman dide, ku wê siyaseta xwe ya li dijî Tirkiyeyê girantir bike. Tê payin, Berlîn pêkanînên xwe yên li ser rejîma Erdogan zêdetir bike.

Serokkomarê Tirk Erdogan herî dawî bang li hilbijêrên li Elmanyayê yên bi eslê xwe Tirk kir ku deng nedin partiyên CDU, SPD û Keskan, piştre nivîskar Dogan Akhanli bi daxwaza rejîma Erdogan li Spanyayê hate binçavkirin û herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel got, "Ji ber nîqaşa navbera min û Erdogan, gef li hevsera min hate xwarin."

Ev bûyerên di nava çend rojên dawî de qewimîn, bûn sedem ku aloziya navbera hikumeta Merkel-rejîma Erdogan derkeve qonaxeke din. Angela Merkel, ku di hilbijartinên federal ên 24'ê Îlonê de tê payin ji nû ve bibe serokwezîr, tê meraqkirin ku di vê demê de wê dest bi kîjan pêkanînên li dijî rejîma Erdogan bike.

Piştî ku aktîvîstê mafên mirovan ê Elman Peter Steûdtner tevî komek ji parêzvanên mafên mirovan li Tirkiyeyê hate girtin, di destpêka meha Tîrmehê de hin pêkanînên li dijî rejîma Erdogan ketibûn meriyetê.

"Zexta aborî" navenda van pêkanînan bû û zext li Yekîtiya Ewropayê kiribû ku alîkariya madî bes bide Tirkiyeyê.

Her çend Wezîrê Karên Derve Gabrîel dibêje, ku pêkanînên li hemberî Enqereyê 'bi kêr hatiye' jî, Erdogan roj bi roj dengê xwe hê bêhtir li Elmanyayê bilind dike û heqaretan dike. Ev jî dibe sedem ku pirsa 'gelo wê pêkanînên ji niha û pê ve çi bin?' bikeve serê mirovan. Zêra, partiya hikumetê CDU jî di navê d ehemû partî alîgirin ku pêkanînên li hemberî rejîma Erdogan bên zêdekirin.

Serokwezır Angela Merkel duh beşdarî bernameya hilbijartinê ya li qenala RTL bû, bal kişand ser binçavkirina nivîskarê welatiyê Elman Dogan Akhanli ku li ser daxwaza Enqereyê ji aliyê Înterpolê ve li Spanyayê hate binçavkirin û bi rengekî neyekser peyama, "Li hemberî Erdogan dest û lingên me girêdayî nîne" da.

Merkel anî ziman, Tirkiye rêxistina polîsan a navneteweyî Înterpolê bi rengekî nebaş bi kar tîne û got, "Pêwîste Înterpol ji bo tiştên bi vî rengî neyê bikaranîn." Tê gotin, ku ji bo 'destê dirêj' ê rejîma Erdogan negihêje Elmanyayê û Ewropayê, divê Enqere êdî ji derfetên Înterpolê bes sûdê werbigire. Ji bo vê jî, tê gotin ku Elmanya wê di rojên pêş de bikeve nava hin hewldanan.