Alîna Sanchez a YPJ’yî li Bûenos Aîresê hate bibîranîn

Li bajarê Bûenos Aîresê yê Arjantînê şervana YPJ’ê Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) hate bibîranîn.

Şervana YPJ’ê Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) ya ku di 17’ê Adarê de li Hesekê di qezaya trafîkê de şehîd bûbû li bajarê Bûenos Aîres ê Arjantînê hate bibîranîn. Bibîranîn li Navenda Karkeran a Arjantînê li ATE’yê hat lidarxistin.

Malbata Sanchez, gelek tevgerên jinan, rêxistinên saziyên civakî, partiyên siyasî, dayîkên Plaza Mayo, parlementer û hevalên têkoşînê yên Sanchez tevlî bibîranînê bûn.

Di bibîranînê de belgefîlma li ser Sanchez hate temaşekirin.

PEYAMÊN SAZIYÊN JINAN

Nûneriya Tevgera Jinên Kurd got ku, “Her rêhevalên enternasyonalîst bi tevlêbûna xwe ya têkoşînê re, têkoşîn dewlemend kirine. Tê zanîn ku ji roja pêşîn rêhevalên enternasyonalîst tevlî Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûne. Ev tevger êdî bûye tevgereke enternasyonalîst.”

HEVALÊN WÊ AXIVÎN

Hevala Alîna Sanchez, Emî jî li ser navê kolektîfa wan a li Kubayê peyamek xwend. Emî di peyamê de got ku, “Ew li Kubayê wekî Che Gûevara jiya. Li Kurdistanê wekî şervaneke Kurd jiya.”

Dayîkên Plaza de Mayo, Nora Cortînas jî got ku, “Ew bi cesareta xwe tevî gelên din re meşiya. Bû şaxeke hevgirtinê. Bi bibîranîna Alîna û sê jinên şoreşger ên Kurd ên ku li Fransayê hatin qetilkirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

MALBATA WÊ: EW KESEKE DILGEŞ BÛ

Di bibîranînê de diya wê jî axivî û got, “Alîna her dem dilgeş bû. Dema ku ez çûm Kurdistanê, min xwedîderketina li Alîna dît, min fêm kir ku Alîna dilê Kurdan de cihekî xwe yê girîng heye û ez ji vî tiştî serbilind bûm. Ez êdî dayîka wan im û ew jî êdî zarokên min in.”

Bavê wê jî got ku, “Wê di nava gelê Kurd de cihê xwe dît. Li Rojava ji bo bijîşkiyê zanîngehek ava kir. Gelê Kurd baweriya xwe bi wê anî. Alîna keseke wêrek bû.”

Piştî axaftinan ji aliyê rojnamegera femînîst Lîlîan Daûnes helbestên gerîlayên Kurd û helbesteke şehîd Alîna Sanchez hate xwendin û muzîkên li ser çanda Kurd hatin guhdarîkirin.