Canopy ê 67 salî ku aktîvîstekî 'Australia for Kurdistanê' ye, ji 16'ê Sibatê û ve li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê.
Canopy dibêje, ji zarokatiya xwe ve ew gelê Kurd nas dike, kal û pîrên wî salên 1960'î çûne serdana Kurdistanê û tiştên dîtine ji malbatên xwe re vegotine. Canpoy ku xwe weke piştevanê gelên xwecihî dibîne dibêje, "Kurd mirovên gelek taybet in, ji her kesî zêdetir azadiyê heq dikin."
Canopy, ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê, kete nava hewldanan. Lê belê paşê dîtiye ku ev hewldan ne bes in, lewre 16'ê Sibatê dest bi greva birçîbûnê kir.
Canopy tîne ziman ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe divê çalakî bidomin û di serî de Leyla Guven, ji berxwedêran hemûyan re silavên xwe şand.