Piştî partiyan ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê eşkere kirin, karê ji bo hilbijartinê dest pê kir. Mîna li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, HDP'ê li Ewropayê jî dest bi karê hilbijartinê kir. Bi beşdariya gelek partiyên siyasî û saziyan çend roj berê Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP'ê ava bû. Li gelemperiya Ewropayê nêzî 5 hezar kes li dora vê koordînasyonê karê hilbijartinê dikin. Yek ji kesên ku di nava vî karî de cih digire parlamenterê berê yê Wanê yê HDP'yî Kemal Aktaş e. Aktaş destnîşan kir ku wê li Ewropayê jî bi ruhê 7'ê Hezîranê bixebitin û got, "Em ê Erdogan têk bibin. Lewma divê her kes seferber bibe. Wê wextê wê faşîzm ji holê rabe û aştî û biratî were."
'EGER EM LI HEV BICIVIN, EW Ê JI BER ME BIREVIN'
Aktaş diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke zehmet de ye û got, "Li Tirkiyeyê krîza siyasî û aborî heye. Kaos, zîhniyeta tekparêz û dijberiya li hev heye. AKP şerê navbera gelan sor dike. Zext li mirovan tê kirin. Faşîzm serdest e. Êdî tiştekî ku AKP pêşkêşî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bike nemaye. Erdogan dixwaze bi rêya vê hilbijartinê dîktatoriya xwe mayinde bike. Yekane partiya ku mûxalafetê dike HDP ye, lewma bi zexta li ser HDP'ê dixwaze bi ser bikeve."
Aktaş da xuyakirin ku eger pêşî li AKP'ê neyê girtin wê Tirkiye bikeve nava rewşek hê xerabtir û wiha dewam kir: "Li dijî van polîtîkayên faşîzan divê her kes li hev bicive û li ber rabe. Eger mirovên ji nêrînên cuda li hev bicivin û mîna lehiyekê biherikin, hingî wê ji ber me birevin. Dema ku me ev kir, hingî em ê faşîzmê têk bibin. Eger ew bi ser bikeve, wê serdemeke girantir ji bo gelên Tirkiyeyê dest pê bike. Lewma ji bo paşeroja gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, ji b aştiya herêmî divê em li dora HDP'ê bicivin û bixebitin. Divê teqez her kes dengê xwe bide. Bi ruhê seferberiyê pêwîste em bixebitin."
'BANDORA DENGÊN LI EWROPAYÊ GELEKÎ ZÊDE YE'
Aktaş işaret bi girîngiya dengên li Ewropayê kir û bi dewamî got, "Me di hilbijartina vê dawiyê de jî dît. Li Enqereyê Sirri Sureyya Onder winda kiribû, lê belê bi jimartina dengên li derveyî welat re Onder hate hilbijartin. Lewma divê dengdêrên li Ewropayê hay ji bandora dengê xwe hebin. Bi vê bîr û baweriyê girîng e heta 12'ê Gulanê qeyda xwe çêbikin. Bi taybetî jin û ciwan divê bi vî karî rabin. Her mirovên 18 saliya xwe temam kiriye, divê werin qeydkirin.
Eger em vê nekin û li qeyda xwe nepirse, rojan dengdanê em nikarin dengê xwe bidin. Her kes divê teqez bi xwe li qeyda xwe bipirse."
'DIVÊ EM BI BERPIRSYARIYEKE JI YA 7'Ê HEZÎRANÊ MEZINTIR E BIXEBITIN'
Aktaş herî dawî ev bang li dengdêrên li Ewropayê kir: "Dengek jî dengek e û di hilbijartinê de bandora xwe gelekî zêde ye. Girîng e her kes bi vê erk û berpirsyariyê tevbigere. Di vê pêvajoya dîrokî de lazim e her kes biçe ser sidonqan û bi vê berpirsyariya xwe rabe. Bi ruhê 7'ê Hezîranê, bi rêbazeke ku ji wî ruhî xurtir divê em nêzî hilbijartinê bibin. Ji ber ku erk û berpirsyariyên me ji yên 7'ê Hezîranê mezintir in."