Aktaş: Bila li Girtîgeha Hatayê lêkolîn bê kirin

Aktaş: Bila li Girtîgeha Hatayê lêkolîn bê kirin

Parlamenterê HDP’ê Aktaş, diyar kir li Girtîgeha Hatayê girtî rastî îşkenceyê tên û serî li Serokatiya Komîsyona Mafê Miraovan a Meclîsê da. Aktaş anî ziman ku girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş bi sedema girtiyên li Girtîgeha Hatayê rastî îşkenceyê tên ji bo lêkolîn bê kirin serî li Serokatiya Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê da.

CEZAYÊ HUCREYÊ, MUAYENEYA BI KELEPÇE Û PÊKANÎNÊN CUDAKAR

Aktaş têkildarî mijarê ev agahî dan. "9 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hatayê; diyar kirin ku pir xerab nêzî wan bidin, ji ber pirsgirêkên biçûk rastî disîplîna pir tund û cezayên hucreyê tên, dema pirsgirêkên wan ên giran ên tenduristiyê çêdibin jî nayên sewqkirin, bi awayekî kelepçekirî tên muayenekirin, têkiliyên wan tên astengkirin, ji ber girtiyên siyasî ne rastî pêkanînên pir cidî yên cudakar tên û ev agahî bi rêya mailên ji xizmên xwe re şandine ji min e hatiye ragihandin.”

 '2 HEFTENE XWARINÊ NADIN WAN'

Aktaş ragihand ku tevî girtiyan serî li hakîmtiya înfazê, rêveberiya girtîgehê û her cure rê û meqaman dane jî ti pirsgirêkeke wan nehatiye çareserkirin. Aktaş got, "Girtiyan ragihandine ku 2 hefte ne, xwarin nedane wan, êvarî li deriyan didin û ji ber jî rastî cezayên disîplînê hatine.”

Aktaş her wiha anî ziman ku daxwaza girtiyan a ji bo neqilkirina girtîgehên cuda nayên bicihanîn; ji ber vê li hember tiştên pêre rû bi rû tên, dest bi greva birçîbûnê kirine. Aktaş ji Serokatiya Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê xwest ku biçin serdana girtîgehê.