Li Meclîsa Tirk hevdîtinên bûtçeya meclîsê pêk hatin. Aşkere bû ku bi bihayê 71 hezar lîre kebab, nanê bi goşt û lehmecûnan li nivîsgeha nunertiya Wezareta Geşedanê hatiye xwarin.
Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan di dema hevdîtinên bûtçeya meclîsê de vê mijarê anî rojevê. di rapora lêçûn û bûtçeyê ya Wezareta Tenduristî û Wezareta Geşedanê de bal kişandin ku bihayê 71 mezar lîre kebab hatiye xwarin.
Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan di vê rûniştina meclîsê de axivî û bi bîr xist ku gava girtî di girtîgehan de, di greva birçîbûnê de bûn, Serokwezîr bi kebabên ku parlementerên BDP’ê 3 meh beriya greva birçîbûnê xwarine, tawanbar kiriye. Tan destnîşan kir ku nivîsgeha nunertiya Wezareta Geşedanê bihayê 71 hezar TL kebab xwariye.
Tan got: “Me 90 kesan berxek xwar. Xwezî me nexwaribûya. Em ketin ber devê serokwezîr. Lê Wezareta Geşedanê jî bihayê 71 hezar TL kebab û lehmecûn xwariye.”