AKP'yî ji ber vê yekê li Amedê bi hev ketin
Di civîna danasîna namzetên AKP'ê yên Amedê de şer derket. Di civînê de Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê Mehdî Eker û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nûman Kûrtûlmûş jî amade bûn.
Di civîna danasîna namzetên AKP'ê yên Amedê de şer derket. Di civînê de Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê Mehdî Eker û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nûman Kûrtûlmûş jî amade bûn.
Civîna danasînê ya AKP'yiyan, li saloneke civînê dawiya hefteyê hate kirin. Piştî ku Nûman Kûrtûlmûş peyivî, 12 namzetên AKP'ê hatin nasandin. Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê Mehdî Eker ku di rêza destpêkê de cih digire, piştre axivî. Dema ku Eker diaxivî, du komên li civînê bi hev ketin.
Ji ber ku bûyer mezin bû, Eker û wekîlên din ên AKP'yî dest lê werdan. Lê di demeke kin de mezintir bû. Nûman Kûrtûlmûş ji aliyê polîsan ve ji salonê hate derxistin. Şerê AKP'yiyan li derveyî salonê jî dewam kir. Piştî ku hêzên polîsan dest werdan, şerê AKP'yiyan qediya.
Li ser sedema nîqaşê daxuyaniyek nehate dayin. Lê li gorî agahiyên hatin girtin, di bingeha şer de sextekariyeke bi pere heye. Hate îdîakirin, namzetê AKP'ê Erdal Atîk ji bo di rêza sêyemîn de bê nîşandan 5 milyar lîre (bi pereyê berê 5 trilyon) daye Mehdî Eker ê AKP'yî. Lê belê ji ber ku Atîk tevî vê yekê jî di rêza pêncemîn de hate nîşandan, di civîna danasînê de şer derket.