'AKP bi zimanê aştiye naxive'

'AKP bi zimanê aştiye naxive'

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li Qada Galatasarayê zimanê hikûmetê yê li hemberî pevajoye bi kar tîne şermezar kir û wiha got: "Ev du sal in pevajoya çareseriye heye, lê me di nava van her du salen de nedît ku hikûmetê zimanê aştiyê bi kar anî. AKP ji Esad re dibêje diktator lê wexte em mêze dikin diktatorî di destê AKP de bi xwe de ye."

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyekî zimanê hikûmetê yê li hemberî pevajoye bikar tîne şermezar kir. Di çalakiyê de pankrata "Aştî, jiyana azadî û wekheviye" hat hilgirtin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Jin şer naxwazin aştiye dixwazin", "Bijî berxwedana YPJ" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Dayika Aştiye Guler Bugday diyar kir ku 15 sal in meclîsa dayikan ava kirine û wiha got: "Ev 15 sal in em diqîrin û em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Ev du sal in pevajoya çareseriyê heye, lê me di nava van her du salên de dît ku hikûmet zimanê aştiyê bi kar nayne." Bugday anî ziman ku ew bang li esnafa jî dikin û wiha axivî: "Bi qasî kurdan, Lazan, Ermeniyan esnaf jî zerarê dibînê. Bila piştgiriye bidin me. Em bang li dozger û dadgeran jî dikin ku bila dadê bixin dewreyê." Bugday da zanîn ku Erdogan ji Esad re dibêje dîktator û wiha pêde çû: "AKP ji Esad re dibeje, dîktator lê wexta em mêze dikin ev bi xwe diktator e û dîktatorî di destê AKP'ê de ye."

'AKP, XWEZAYÊ JI BO RANTÊ BI KAR TÎNE'

Dayika Aştiye Cemîlê Akgul daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: "Em dibînin ku zîhniyeta yekane pevajoya ku Birez Abdullah Ocalan daye destpêkirin dixe xetereyê." Akgul diyar kir ku gotinên Serokomar Erdogan gotinên şîrin û wiha axivî: "6-7'ê Mijdarê de 51 kesan jiyana xwe ji dest dan. Berpirsiyarê vê yekê Serokkomar e. Mafê gelekî yê jiyanê, erdnîgariyê, çandê, zimanê xwe biparêze heye. Têkoşina me ya li Kurdistanê jî têkoşîneke vî rengî yê. Li Tirkiye li gelek qadan xwezayê tune dike, newalê diçikîne. Bi kurtasî ji bo rantê xwezayî te tunekirin." Akgul bal kişand ser gotinên Serokkomar Erdogan ên têkildarî dayikan de û wiha axivî: "Heke xwezayî dayikê û bihuşt di bin piyê dayikan de ye çima hûn ewqas komkujiyan li hemberî xwezayê pêk tinin û tine dikin."

'PEVAJO BILA BI WEKHEVÎ WERE MEŞANDIN'

Akgul der heqê pevajoya çareseriye de jî axivî û ev tişt gotin: "Hikûmet pevajoya çareseriye ji zimanê aştiyê dûr bi zimanê şer dimeşîne. Bi salan e li ser vê erdnîgariyê êş tên jiyîn. Dixwazin careke din van êşan bidin jiyîn. Li ser maseya pevajoya çareseriye jî temsiliyeta wekhevî tine ye û nahêlin jin biaxivin. Ne hedê ti kesî ye gelekî biçûk bixin. Ji ber ku ev pêvajo pêvajoya gel, pêvajoya jinên têkodiş in, dayik û zarokan e." Akgun da zanîn ku aştî wê bi evînê bê avakirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em jin û xortên ku li Kobanê, Şengalê, Rojava, Filistînê têdikoşin silav dikin. Aştî wê bi edalet, rastî û azadiyan bê avakirin."

Piştî axaftinan dayikan çalakiya rûniştinê pêk anîn.