Akbaş û Oraner ji bo Kobanê û Şengalê konser dan
Akbaş û Oraner ji bo Kobanê û Şengalê konser dan
Akbaş û Oraner ji bo Kobanê û Şengalê konser dan
Hunermend Mehmet Akbaş û Çetîn Oraner, li bajarê Bochum ê Elmanya di konsera ji bo piştevaniya ji Kobanê û Şengalê re hatin gel hev. Hunermendan di peyamên bi stranên xwe banga piştgiriyê kirin.
Di çarçoveya kampanyaya piştgiriya ji bo “Rojava û YPG’ê” di pêşengiya YXK’ê û saziya Elman IL de di serî li zanîngehan li gelek bajarên welêt aktîvîte didomin.
Têkildarî kampanyayê li KulturCafe ya Zanîngeha Bochum de duh bi tevlîbûna hunermend Mehmet Akbaş û Çetîn Oraner “Konsera piştevaniyê ya bi Kobanê û Şengalê re” hat lidarxistin. Hunermendan bi stran û peyamên xwe banga xwedîderketina li Kobanê û Şengalê kirin. Di konserê de koma şanoyê ya “Ax û Zeman“ jî lîstîka bi navê “DAIŞ û Kobanê” pêşkeş kir.
JI BO XWENDEKARÊN KURD BANG
Yek ji organîzatorên konserê nûnera YXK’ê yê Bochum Sema Kovatepe diyar kir ku pêwîst e mirov li Kobanê û Şengalê xwedî derkevin û wiha axivî: “Li Elmanyayê di çarçoveya kampanyaya ku me daye destpêkirin, heta niha me alîkariya ku buhayê wê bi deh hezaran e kom kir. Ev konser jî di vê çarçoveyê de hat kirin.
Sema Kocatepe bang li xwendekarên Kurd kir ku li zanîngehên lê dixwînın jî bi heman armancê aktîvîteyan li dar bixin.