Akat: Rewşa dubendî dibe dîktatoriyê
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ku beriya bi çendekê ji girtîgehê derket, bal kişande ser rewşa dubendîbûnê ya Tikriyê û got, ‘’Ev rewş welêt ber bi dîktatoriyê ve dibe.’’
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ku beriya bi çendekê ji girtîgehê derket, bal kişande ser rewşa dubendîbûnê ya Tikriyê û got, ‘’Ev rewş welêt ber bi dîktatoriyê ve dibe.’’
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ku beriya bi çendekê hate berdan got li zindanê rojev hilbijartina 24’ê Hezîranê ye, qada zindanê parçeyek ji têkoşînê ye û got, ‘’Bi dirûşm, helbest û gotaran hilbijartin bû rojeva me. Me jî li qada zindanê derbarê hilbijartinê hin materyal derxistin. Hevalên me derbarê 24’ê Hezîranê hem ramanên xwe yên hevpar û hem jî resen gotin.’’
‘REWŞA DUBENDÎ DÎKTATORIYÊ TÎNE’
Akat bal kişande ser cihêtiya hilbijartina 24’ê Hezîranê ya ji hilbijartinê dî û got, ‘’Beriya niha raferandûm çêbû û guherîna pergalê heye. Hilbijartina 24’ê Hezîranê her wiha wê nîşan bide bê ka ev guherîn wê pêk were yan na. Rewşeke dubendî dixwaze li Tirkiyê pergala parlamenter rake û vê bike amûra pergala nû. Lê li Tirkiyê tenê dubendî nîn e, raman û hişmendiyên cuda hene. Li Amerîkayê ku ramana dubendî lê derkete holê, pergala serektiyê li ser koka xwe şîn hat. Li deverên dî dema ku em bala xwe didine pergala serektiyê bi piranî ev dubendî welêt dibe dîktatoriyê.’’
Akat got wan li zindanê ev rewş nîqaşa kirine û got, ‘’Li qada zindanê li ser stratejiya HDP’ê, li ser lêhûrbûn û politikaya wê hîs, raman û pêşniyarên heyî me hewl da ku bigihînin partiyê.’’
‘DEMÎRTAŞ JI NAV GEL E’
Akat li ser rewşa namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî got, ‘’Weke ku Selahattîn Beg jî gotî hin kes hene ku xwe weke lîderên alternatîf bin didin ber gel û hin jê lîder jî ji nav gel derketine. Ferq ev e’’ û domand, ‘’Heke hûn bi gel re heman tiştî bifikirin, pratîze bikin û biparêzin ev ê we cuda bike. Dibe ku Selahattîn Beg li nav çar dîwaran be, lê nirxên ew pê bawer, jiyana wekhev û hevpar li her deverê dikarin werin parastin. Rêbaza avakirina vê heye. Nirxên ku Selahattîn Beg pê bawer e îro li nav gel, li kuçe û kolanan tê gotin. Di sendoqê de jî wê mohra xwe lêxe.’’
Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata herî dawî got, Demîrtaş xwe li ser vî gelî bi lîdertî ferz nake, lîderekî wiha ye ku ji nav gel derketiye û hê pir dûr e ku siyaset Tirk vê fêhm bike.