Akademîsyenên Aştiyê: Em li ser fikra belavoka xwe ne

Akademîsyenên Aştiyê gotin “Em bi hev re xurtir in” û di salvegera 4’emîn a belavoka xwe de gotin “Em ê nebin şirîkên vî sûcî.”

Akademîsyenên Aştiyê yên ku di sala 2016’an de gotibûn ‘Em ê nebin şirîkên vî sûcî’ û hatibûn îxrackirin, bi wesîleya salvegera 4’emîn a belavoka xwe li Odeya Tabîban a Stenbolê hatin ba hev. Parlementerên HDP’ê Oya Ersoy û Omer Farûk Gergerlîoglû, parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û nûnerên saziyên civakî û siyasî di nav de gelek akademîsyen tevlî civînê bûn.

Li ser navê Akademîsyenên Aştiyê Leyla Şîmşek Rathke û Emrû Tansû Keten daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku belavoka ‘Em ê nebin şirîkên vî sûcî’ îro jî di rojeva welat de wateya xwe diparêze û girîng e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, “Zextên li ser mafê mirovan û demokrasiyê zêde bûye, li her derê şer û qetlîam heye, êrîşên li ser azadî û mafên demokratîk ên ku bi têkoşînên civakî hatine bidestxistin îro jî didome.

Li Amed, Pirsûs, Gara Enqereyê û Stenbolê li ser hev bombe hatin teqandin. Sûr, Cizîr û Nisêbîn hatin hilweşandin. Mafên mirovan ên bingehîn di bin paletên tankan de hatin rûxandin. Di wan şertan de me belavoka ‘Em ê nebin şirîkên vî sûcî’ îmze kir.”

Di daxuyaniyê de hate bal hate kişandin ku ‘Em bi hev re xurttir in.’